Ji Kobanê ber bi Cizîrê - Mehmet Reşît
Kurd li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê, zivistana 2015 û 2016'an li dijî êrîşên çeteyên faşîst ên AKP'ê, di nava berxwedaneke giştî de derbas dikin.
Kurd li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê, zivistana 2015 û 2016'an li dijî êrîşên çeteyên faşîst ên AKP'ê, di nava berxwedaneke giştî de derbas dikin.
Kurdan, zivistana 2014 û 2015'an li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser bi Kobanê, di nava berxwedaneke bê hempa û giran de derbas kirin. Niha jî di serî de Cizîr, li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê, zivistana 2015 û 2016'an li dijî êrîşên çeteyên faşîst ên AKP'ê, di nava berxwedaneke giştî de derbas dikin.
Ji Cizîr heya Farqîn û ji Nisêbîn heta Surê, tevahiya bajarên Kurdan mîna KOBAN'ê, li dijî êrîşên AKP a faşîst li ber xwe didin. Ji xwe, ji niha ve diyare ku wê encamên vê berxwedanê jî, weke encamê berxwedana Kobanê be.
Di sala 2014'an 15'ê Îlonê de dema DAIŞ'ê bi hemû hêza xwe êrîşî Kobanê kir, ji ber ku Kurd bê amadeyî û bêtedbîr bûn, di destpêkê de êrîşên DAIŞ'ê bi tesîr bûn. Kurdan, ji 15'ê Îlonê heya dawiya meha Cotmehê zehmetiyên gelek giran kişandin. Di destpêka meha Cotmehê de daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan "waye Kobanê ket û dikeve" bû sedema hêrs û nerazîbûnêk mezin a Kurdan.Ev berxwedana mezin, dema bi çalakiyên 1'ê Mijdar Roja Kobanê ya Cîhanê re bû yek, li Kobanê pêşdeçûna rewşê hate guhertin.
Başe çawa bi encam bû? Di Çileya 2015'an de navenda bajarê Kobanê ji DAIŞ'ê hat paqij kirin û bi giştî hate azadkirin. Di meha Nîsanê de jî, tevahî bejahiya Kobanê ji DAIŞ'ê hate rizgar kirin.
Berxwedana Kobanê bi tenê Kobanê rizgar nekir, di heman demê de pişta DAIŞ'ê şikand û piştre jî zafer û serketina Tilhemîs, Tilberak, Çiyayê Kezwan, Girê Sipî, Hesekê, Hol ve Şengalê hat.Kantona Kobanê, bi kantona Cizîrê re bu yek û xwe gihande asta ku dikare pirsgirikên xwe çareser bike.
Zafer û serketina Kobanê bi tenê kêfxweşiya Kurdên Rojava re bi sînor nema, di heman demê de tevahiya Kurdan û mirovahiya azad kêfxweş û serfiraz kirin. Baweriya Kurdan û hêzên demokratik bi xwe zêdetir kirin. Dikare were gotin; Kêfxweşiya zafera Kobanê, mora xwe li sala 2015'an daye.
Bi heman rengî mirov dikare bêje; di 24'ê Tîrmeha 2015'an de Kurd li bakur, li diji êrîşên leşkerî û siyasi yên faşîzma AKP'ê bê tedbîr û bê amadeyî bûn. Her çendî êrîşên AKP'ê pêk dihatin jî, lê di vê astê de nedihate hêvîkirin ku êrîşên hov û giştî pêk werin. Bi teybet jî piştî ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê serketinek mezin bidestxis, ti kes ne li benda êrîşên wiha bûn.
Ji ber vê yekê, êrîşên faşîst ên AKP'ê jî di destpêkê de bi tesîr bûn. Li gorî vê jî di 1'ê Mijdarê de darbeyeke faşîst a sivîl pêk anîn û qaşo bi hilbijartinê, desthilatdarî xesp kirin. Di serî de MHP, çapemeniya sîstemê, tevî hinek derdorên siyasî û leşkerî, ji hêzên hindur û derve jî heta derecekê destek girt. Bi vî rengî, şerê li diji Kurdan ê qirkirin û tinekirinê, di asteke çalak de birêve bir.
Di serî de ev rewş di meha Cotmehê de li Cizîrê, heya şerê 9 rojan û bi giştî jî li Farqînê di meha Mijdarê de heya şerên 14 rojan berdewam kir. Berxwedana Cizîr û Farqînê di nava gelê bakurê Kurdistanê de mîna şoreşekê tesîr kir. Gelê kurd bi şikandina tirsê re dît û bawer kir ku, dikare bi berxwedanê êrîşên AKP'ê têk bibin.
Li ser vê bingehê, li bakurê Kurdistanê di şerê bajaran de qonaxek girîng hate derbas kirin.Êdî li dijî hemû êrîşên faşîst ên AKPê, di serî de ciwan û jin, tevahiya gel dest bi berxwedanê kirin. Êrîşên AKP'ê, rewşeke mîna ku benzînê birêjin nava agir afirandin.
Hikûmeta Ahmet Davûtoglû hesab dikir ku, Kurd wê nekarin li ber xwe bidin û wê serketinê jî bi hêsanî bidest bixin. Di êrîşên siyasî û leşkerî de bawer dikirin ku, eger tirs û xofeke mîna DAIŞ'ê biafirînin, wê herkes bireve. Bi rasti jî gelê kurd li ber xwe dan û dema PKK'ê dest bi çalakiyan kir, Ahmet Davûtoglû bi gotina "hîna jî çalakiyan dikin" armanca xwe ya destpêkê danîn holê.
Her çendî şerê teybet yê ku di 24'ê Tîrmehê destpê kir û di 1'ê Mijdarê de ji AKP'ê re rêya xespkirina desthilatdariyê vekirîbe û piştevaniya tevahiya derdorên faşîst-nijadperest girtibe jî,di heman demê de AKP, di nava bêçaretiyê de ber bi şerê bajaran ve biriye. Her çiqas mayîna xwe ya desthilatdariyê, li ser têkbirina berxwedana kurd plan kiribe jî, diyare ku hesab nekirine wê kurd jî li kolan û taxên bajarên xwe de bi vî rengî li ber xwe bidin.
Rewşa ku em tê de ne, bê nîqaş ji bo AKP'ê mîna nabosekê ye û bi ser de dikare deshilatdariya ku di 1'ê mijdarê de xesp kiriye winda jî bike. Tayyîp Erdogan û Ahmet Davûtoğlû çiqas bêjin jî "em ê tine bikin","di wan xendekên ku kolane de, em ê wan çal bikin", "her derê taxan em ê paqij bikin" dişebe kesê ku li goristênê dema dimeşe û fîtan bide ye.
Pir zelale ku qirkirin, qetlîam û tehcîra li Kurdistanê,wê dawiya desthilatdariya AKP'ê hê nêzîktir bike. Ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bikin, tevahiya artêşê xistiye dewrê, hemû erk û berpirsyarî radestî leşkeran kirin e. Dîsan, tevahiya hêzên kontrgerîla xistine nava êrîşan de. Bi çûyîna fermandarê giştî yê artêşa Tirk li Şirnex û rêvebirina operasyona bi dehhezaran leşkerî, li dijî Silopiya, Cizîr, Nisêbînê vê rastiyê nîşan dide. Lê,wê ev hêze ne jî nikaribin AKP'ê rizgar bikin.
Lewra li pişt AKP'ê hêzeke cidî ya siyasî tine ye. Meclîsa heyî, meclîseke berhema darbeyê ye û ne mûmkûne ku siyasetên çareseriyê biafirîn e. Meclîsa ku ji Tirkiyeyê re îstikrar û çareseriyek siyasî biafirîne, meclîsa ku di encamên 7'ê Hezîranê de derketiye holê bû. Meclîsa niha, ji derveyî ferman û daxwazin Erdogan nikare tiştek din bike.
Li aliyê din, planên AKP'ê, ku berxwedana Kurd di ser Suriyê û Iraqê re dorpêç bike heta dereceke mezin vala derketiye.Li ser esasê provokasyona-Rojava, dema balafira Rûsan xist xwarê û bi heman rengî, li ser bingeha provokasyona-Başûr jî leşker sewqî herêma Başîka kirin, hatiye bêtesîr kirin. Êdî ji niha pê de, ne mûmkûne ku Rojava dorpêç bikin û ne jî dikarin di ser KDP'ê de siyaseta Kurd, bi parçekirinê re bi hevdû bidin şerkirin.
Lewma, yên ku a niha dîsan ketine binê dorpêçê, desthilatdariya AKP'ê ye.Tevî ku dû Kurdistan li aliyê din ê sînor e, ne guncaw e ku AKP nifûseke qasî 20 milyon Kurdî biperçiqîne, bênasname û bêstatû bêhile.Kurdên bakur berdela wê çi dibe bila bibe,wê mafên xwe yên demokratik û azadiya xwe bixwazin û ji bona vê jî wê heya dawî li ber xwe bidin. Teror û faşîzma ku AKP ji bo tirs û tepisandina gelê kurd dijwar dike,wê tenê berxwedana Kurdan gurtir bike.
Şerê Kobanê pişta DAIŞ'ê şikand û ber bi dawiyê ve bû destpêkek. Diyare ku şerê li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever û gelek bajarên din ên Kurdistanê jî,wê pişta AKP'ê bişkîne û di demek nêzîk de dawî li deshilata wan bîne.
ÇAVKANÎ: OZGUR GUNDEM