Ji Kobanê banga alîkariya lezgîn

Ji Kobanê banga alîkariya lezgîn

25’emîn roja êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê li her sê eniyên Kobanê şer û pevçûn bi dijwarî didomin. Çeteyan tevî êrîşên li eniyên rojhilat, başûr û rojava yên Kobanê niha jî êrîşî deriyê sînor ê Kobanê (Murşîtpinar) dikin. Hat diyarkirin ku çete hewl didin vir bi temamî bixin didestê xwe û komkujiyekê pêk bînin. Rayedarên Kobanê ji bo sivîlên di bin metirsiya komkujiyê de ne banga alîkariya lezgîn a însanî kirin.

Nûçegihanê ANHA yê li herêmê ragihand li Kobanê şer û pevçûnên ji duh ve di navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ de rû didin di van saetan de dijwar bûne.

Nûçegihanên li herêmê ragihandin bi taybet şer û pevçûnên li eniya rojhilat zêdebûne belavî eniya başûr jî bûne û li eniya rojava amadekariyên êrîşên nû hene û bal kişandine ser ku îro di saetên sibehê de çeteyan dest bi êrîşa ser deriyê sînorê Kobanê (Murşîtpinar) kirine.

Hat ragihandin ku çeteyên êrîşî deriyê sînor dikin hewl didin vir bêxin destê xwe, tevahî alîkariyên însanî yên ji bo bajêr qut bikin û plan dikin bajêr ji çar aliyan de dorpêç bikin.

SIVÎL DI TALÛKÊ DE NE

Li gor agahiyên rayedarên Hikûmeta Kantona Kobanê dan diyarkirin ger yekane deriyê Kobanê yê ji bo derve vedibe bê girtin bi hezaran sivîlên li bajêr wê bi talûkeya komkujiyeke mezin re rû bi rû bimînin.

Berdevkê Rêveberiya Kantona Kobanê Mahmud Beşar diyar kir gelê Kobanê wê di bin her şert û mercan de berxwedana xwe bidomîne û got ku bi hezaran kesên sivîl ên ji ber sedema ewlehiyê gundên wan hatin valakirin û li navenda bajêr bicih bûn pêwîstiya wan bi alîkariya însanî heye.

Beşar diyar kir nikarin pêwîstiyên jiyanî yên sivîlên li Kobanê dibin ambargo û dorpêçê de ne pêk bînin û li sazî û rêxistinên Kurdistanî û navneteweyî banga alîkariya însanî kir.
Beşar got: “Bi hezaran welatî ji ber sedema ewlehiyê her tiştên xwe hiştin û li navenda bajêr bicih bûn. Ji ber Kobanê di bin dorpêç û ambargoyê de ye pêwîstiyên wan ên jiyanî nayên bicihkirin. Ji ber vê sedemê ji bo gelê sivîl pêwîstiya xûrek, av, kinc, derman, betanî û her wekî din hene.”
Beşar ji Kurdistan û raya giştî ya cîhanê banga alîkariya lezgîn kir û wiha got: “Gelê Kobanê tên û birçî bimîne jî wê berxwedana xwe bidomîne. Lê divê hemû gelê Kurdistanê, dost û saziyên însanî û rêxistin ên navneteweyî bi hesta berpirsiyartiyê tevbigerin û banga lezgîn bikin.”