Ji KNK’ê ji bo Ocalan sersaxî

Ji KNK’ê ji bo Ocalan sersaxî

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû malbata Ocalan re xwest.

KNK’ê, di peyama xwe de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû malbata Ocalan û Keser re xwest.

Konseya Rêvebir ya KNK’ê di peyama sersaxiyê ya ku ji bo xwişka Ocalan, Hawa Keser weşand de wiha got: “Xeberê xembar û dilsoj yê mirina xanim HAWA KESERê gihişte me û em bi vê yêkê gelek bi xem ketin. Xanim HAWA KESER ne tenê wekî endameke herdu malbatan, wekî jineke Kurd di doza parastina welatî da jî gelek xemxwar, aktîv û dilsoz bû.

Em ji ber mirina xanima hêja HAWA KESERê sersaxîyê didine we û şirîkê xema we ne”.