Ji KNK’ê ji bo koalîsyona navneteweyî banga Kobanê
Ji KNK’ê ji bo koalîsyona navneteweyî banga Kobanê
Ji KNK’ê ji bo koalîsyona navneteweyî banga Kobanê
Konseya Rêvebir a KNK’ê bal kişand ser berxwedana Kobanê û got: “Gelê Kobanîyê di nav şerekî man û nemanê de ye û di nav vî şerê sojer de jî hêza berxwedana xwe û parastina bajar sist nake”. KNK’ê, ji bo Kobanê bang li koalîsyona navneteweyî kir û got: “Parastina Kobanê parastina mirovahiyê ye”
Serokatiya Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşên li ser Kobanê û diyar kir ku Kurd li Kobanê şerê man û nemanê dimeşînin. KNK’ê bang li koalîsyona navneteweyî û Kurdan kir û got: “Kurd, Kurdistanî, dostên Kurdan xîreta parastina Kobanîyê bi xurtî nîşan bidin.”
ŞERÊ MAN Û NEMANÊ YE
KNK’ê bal kişand ser berxwedana Kobanê û got: “Hêza reş û tarî DAIŞ bi hevkarîya dewleta Tirkîye û destekdarên wan çembera xwe ya li dora Kobanîyê her diçe dişidîne. Lê belê, gelê Kobanîyê, şervanên parastina Kobanîyê YPG û YPJ parastina Kobanîyê bi hêz û îradeyeke bilind ya neteweyî û niştimanî dikin. Gelê Kobanîyê, pêşeng û rêvebirên Kantona Kobanîyê biryardarîya xwe ya parastina bajarê xwe di asta herî bilind de nîşan didin. Kobanî li dijî çekên giran yên DAIŞê bi qevda keleşînkovê lê bi ruheke berxwedêrî tê parastin. Gelê Kobanîyê di nav şerekî man û nemanê de ye û di nav vî şerê sojer de jî hêza berxwedana xwe û parastina bajar sist nake.
KOBANÊ BÛYE ÇEPERA SEMBOL A KURDISTANÊ
KNK’ê bal kişand ku Kobanî bi tenê nîne û divê bi tenê neyê hiştin û wiha berdewam kir: “Parastina Kobanîyê bûye çepera sembol ya parastina bi giştî Kurdistanê. Kurd û Kurdistanî di vê rojê de divê her çi imkan hebin seferber bikin û bigihînin hawara Kobanîyê. Li seranserê Kurdistanê, li derveyî welat û li her cihê lê, Kurd û Kurdistanî divê bi rengê demokratîk û aştîyane di nav hewildanên piştevanîya parastina Kobanîyê de bin. Kurd û Kurdistanî herwisa divê dostên gelê Kurd û hemû gel û dewletên dinyayê jî serwext bikin û hevkarîya wan jî her bi çi rengî be temîn bikin.”
KNK’ê diyar kir ku di vê prosesa têkoşîna dijwar de bilindkirina moral û hêvîya neteweyî û niştimanî jî gelek giring e û beramberî şkandina manewîyata gelê Kurd û Kurdistanîyan divê dengê Kurd û Kurdistanîyan yek be û ev şerê psîkolojîk bi her awayî û bi hev ra bête belav kirin.
PARASTINA KOBANÊ PARASTINA MIROVAHIYÊ YE
Kongreya Neteweyi ya Kurdistnaê herî dawî ev ban kir: “Koalisyona navneteweyî ya ku dijî DAIŞê hatîye organîzekirin, pêdivîye ku li hemû çeperan şerê DAIŞê bike û di cepheyê Kobanîyê de jî aktîvtir be. Komkujiyeke li Kobanîyê komkujiya hemû mirovahîyê ye. Parastina Kobanîyê divê wekî parastina mirovahîyê bê dîtin. DAIŞ temsîla tarîyê dike, Kobanî temsîla ronahîyê dike. Dinya, mirovahî, dostên Kurd û Kurdistanê divê li goreyî vê rastîyê pozisyonê werbigirin û vî şerê parastina Kobanîyê wekî parastina ronahîyê bibînin û piştevanîya Kurd û Kurdistanîyan bikin. Kurd, Kurdistanî, dostên Kurdan xîreta parastina Kobanîyê bi xurtî nîşan bidin.