Ji KNK’ê bo Dr. Kemal Fuat peyama sersaxiyê
Ji KNK’ê bo Dr. Kemal Fuat peyama sersaxiyê
Ji KNK’ê bo Dr. Kemal Fuat peyama sersaxiyê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo Dr. Kemal Fuad ku yek ji damezrînerê YNK’ê bû û jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. KNK’ê di peyama xwe de da zanîn ku Kemal Fuat di seranserê jiyana xwe de xwe daye ser doza Kurdistanê û hat gotin ku gelê Kurd ewladekî xwe yê mezin winda kiriye.
Yek ji damezrînerê YNK’ê Dr. Kemal Fuat ku li Berlînê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, KNK’ê bo wî peyama sersaxiyê weşand. KNK’ê da zanîn ku ew ji ber wefata Fuat gelek xemgîn bûne û wiha berdewam kir: “Me bi xemginiyek mezin agahiya mirina wî girt. Welatparêzê mezin Kemal Fuat, di qadên polîtîk, çandî û civakî de xizmetên mezin kirine û ji ciwantiya xwe de di têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girtiye. Wî di tevayî jiyana xwe de mîrateya mezin li pey xwe hiştiye.
KNK'ê di peyamê de bal kişand ser doza Kemal Fuad û wiha berdewam kir: “Wî dikarî xizmetên mezin ji bo gelê xwe bike. Lê ji ber nexweşiyê ew ji nava me çû. Em wek KNK’ê gelek xemgîn in. Em ji malbat, rêveberiya YNK, Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Gelê Kurd wê têkoşîna Dr. Kemal Fuad ti car ji bîr neke.”
Dr. Kemal Fuat di 1930’î de li Silêmaniyê hatiye dinê û yek ji damezrînerê YNK’ê ye û demek direj endamtiya Polîtburoya YNK’ê kiriye. Di hilbijartinên 1991’ê de Serokatiya Koma YNK’ê ya li Parlamentoya Kurdistanê meşandiye û di 2002’an de jî Serokatiya Parlamentoya demî meşandiye. Dr. Kemal Fuat ev 3 sal bû bi nexweşiya pençeşêrê re têdikoşiya.