Ji KCK’ê ji bo Havva Keser peyama sersaxiyê

Ji KCK’ê ji bo Havva Keser peyama sersaxiyê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Havva Keser peyama sersaxiyê weşand.

KCK’ê di peyama sersaxiyê de got: “Ji ber wefata Hava Keser ku me ew bi berxwedêr û dilê wê yê mezin nas kir, em gelek xemgînin û di serî de ji Rêber Apo re û ji malabata Ocalan-Keser û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Xwişka serokatiya me Havva Keser, xwedî êşên berê yê qasî dîroka jinê û kedek mezin bû. Di teşebûna Rêber Apo de keda wê pir mezin bû. Rêber Apo bi serhildana  ku di temenê xwe yê biçûk de daye destpêkirin de di serî de malbat bi giştî li dijî zayenda civakî bûye xwedî sekn.  Havva Keser jî serokatiya me di têkoşîna wî de tenê nehiştiye û ji bo ku ew bi jinan hevalatiyê deyne bûye xwedî hewldaneke mezin. Rêber Apo ku li dijî rewşa xwişkên xwe serî hilda, li dijî hemû êşên jinan bêdeng nemaye û di seranserê têkoşîna jiyana xwe de ji êş, zor û zehmetî û pirsan re bûye bersiv û têkoşîna xwe pêş xistiye. Îro li her çar parçeyê Kurdistanê û derveyê welat têkoşîna azadiya jinê bi hemû heybeta xwe didome û ev têkoşîn û tevger li ser van nirxan pêş ketiye.

Tevgera azadiya me ku bi li ser van nirxên dîrokî û demokratîk bûye bûye, têkoşîn û hewldana pêşxistina pergala demokratîk û jiyana azad dimeşîne.Em ji ber vê yekê êşa malbata Ocalan û Keser parve dikin û  dayika Havva Keser ji ber hewldanên xwe yê înşakirina jiyana azad dê her tim di hişê me de bijî.”