Ji KCK’ê bo komkujiyên 12’ê Adarê daxuyanî

Ji KCK’ê bo komkujiyên 12’ê Adarê daxuyanî

Konseya Rêvebera  KCK’ê di derbarê komkujiya Qamişlo, komkujiy Gazî û darbeya 12’ê Adarê de daxuyaniyek da.  KCK’ê da zanîn ku, berxwedana 12’ê Adarê ya Rojava hîmê şoreşa îro avêtiye û bi têkoşîna hevpar bersiv daye komujiya Gazî.  KCK’ê di derbarê dîlgirtiyên di destê HPG’ê de jî wihagot: “Di rojên pêş de  em dê bi awayekî saxlem teslÎmê malbatên wan bikin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe nivîskî de  diyar kir ku, meha Adarê ji bo gelê Kurd meheke dîrokiye û got: “ Meha Adarê meha Newrozê di heman demê de meha Jinên Kedkarên Cîhanê bû. ji ber vê  meha Adarê bo Kurdistanê meheke girînge.  Di meha adarê de komkujiyên wekê Halepçe, Qamişlo û hrw din pêk hatine.

KCK’ê da zanîn ku, di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişlo komkujî li hemberî kurdan pêk hat û got berxwedana 12’ê Adarê hîmê şoreşa îro ya Rojava avêtiye û wiha berdewam kir: “Bi êrîşa 12’ê Adara 2004’an a Qamişlo ku rejîma Baas pêk anî, komkujiya Sînemaya Amûdê komjiya herî mezine.  Em di 9’emîn salvegera komkujiyê de hemû hêzan şermezar dikin. Em şehîdan careke din bibîrtînin.  Em şoregaş gelê Rojava jî silav dikin.

ŞOREŞA 12’Ê ADARÊ HÎMÊ BERXWEDANA ROJAVA AVÊT

KCK’ê diyar kir ku, gelê Rojava li gel hemû zext û zardariyan berxwedana xwe bi helwesteke rûmet mezin kir û gelê Rojava yên welatparêz ku şopdarên berxwedêrên 12’ê Adarê bûn, hîmê berxwedan û şoreşa îro avêtin. KCK’ê wiha got: “Ew xeta berxwedanê  îro bi Desteya Bilind û YPG’êdidome.  Serkeftineke mezin bi dest xistiye.

SÎXUR XISTIN DEWRÊ

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, hêzên mêtînger bi awayên cuda êrîş pêk anîne û li dijî geşedanên Rojava tehemul nakin û got: “Di serî de dewleta tirk û hemû hêzên mêtînger li dijî serkeftina Rojava tehemul nakin. Ji bo vê jî pereyên mezin dikin holê û di navbera Kurd û ereban de pevçûnan derdixînin.dixwazin bi vî awayî kurdan ji hev parçe bikin.

Heval Rûstem, Şîlan û Xebat ji bo azadiyê heta îro fedakariyeke mezin nîşan dane û em bawerin ku gelê Rojava jî dê li dijî vê bê bersiv nemîne.  Têkoşîna azadiya Rojava ketiye qonaxeke nû û serkefitina gelê me serkeftina hemû gelê kurde. Di heman demê de têkoşîna wan têkoşîna demokrasiyê ye.

DIVÊ ALIYÊ SIYASÎ NEYÊN LÎSTIKÊ

KCK’ê destnîşan kir ku, ev du sale li Sûriyeyê şîdet didome û  got: “Çareserî pêk nayêç ji ber ku ev ne tenê pevçûna Sûriyeyê ye. Ya hêzên navnetewî  ye.  Ji ber vê jî her diçe xetertir dibe. Êşa wê jî gelên Sûriyeyê dikişînin.  Ji ber vê jî divê di navbera Sûriye û hêzên muxalîf de demildest çarseriyeke siyasî pêk were. Ji ber vê jî divê aliyê siyasî neyên lîstikê.

DÊ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR BERSIVÊ BIDIN KOMKUJIYA GAZÎ

KCK’ê balkişand ser komkujiya Gazî  ya di 12’ê Adarê pêk hat û got: “12’ê Adarê di heman demê de roja komkujiya Gazî ya 12’ê Adarê ye. di 1995’an de dewleta tirk li dijî gelê Kurd û elewî komkujî pêk aî.  Komkujiyeke alçax û xayîn bûn.  Em vê komkujiya xayîn şermezar dikin.  Em şehîdên bi rumet bibîrtînin. Em soza xwe ya ji bo şehîdan nû dikin.

Her wiha di daxuyaniyê de muhtiraya 12’ê Adarê ya sala 1971’ê jî hate bibîrxistin û hate diyar kirin ku, fereseta darbekar hêj îro jî di rojevê de ye.

DERBARÊ DÎLGIRTIYAN DE DAXUYANÎ

KCK’ê derbarê dîlên di destê HPG’ê de jî diyar kir ku, dê di nava çend rojên pêş de 8 dîlê di destê wan de dê radestî malbatên wan bikin.