Ji karsazên ciwan piştgiriya pêvajoyê
Ji karsazên ciwan piştgiriya pêvajoyê
Ji karsazên ciwan piştgiriya pêvajoyê
Karsazên ciwan ku bo aştiyê zendên xwe badan bi slogana “piştgiriya pêvajoyê” xwe dan rê. Serokê Konfederasyona Karsazên Ciwan ên Tirkiyeyê (TUGÎK) Erkan Gural û lijneya 50 kesî a pê re ku ji bo avedankirina aborî ya piştî pêvajo binecî bû hatin Amedê, bi Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek re rûniştin. Heyet, ji bo heman mebestê dê bi...
TUGÎKa ku li seranserê Tirkiyeyê 7 federasyon, 72 komeleyan li xwe digire û li dora 10 hezar endamên wê hene, ligel GUNGÎADê dê starta ‘Bernameya Geşedana Aborî ya bo 5 Salên Piştî Aştiyê’ li Amedê bide destpêkirin. Serokê TUGÎKê Erkan Gural, Serokê Damezrîner Erkan Ozmen û Serokê GUNGÎADê Hakan Akbal û heyeta 50 kesî a pê re ji aliyê Hafîze Îpek û Sekreterê Giştî Fahrettin Çagdaş ve hatin pêşwazîkirin.
Erkan Gural, diyar kir ku hewldanên ji bo dawîlêanîna pêvajoya şerê ku bi salan e didome hêviyên wan ên bo paşerojê geş dike. Gural, da zanîn ku di bin banê TUGÎKê de nûnerên 500 sektorên cuda hene û bi bîr xist ku bi 10 hezar endamên xwe ew seh dikin ka dê bikaribin li herêm û bajarê wan çi razemeniyan bikin. Gural, aşkere kir ku ew bi hêviyeke bilind dilniya ye ku ev pêvajoya aştiyê bi erênî bi encam were û got ku ji bo vê ew amadekariya razemeniyan dikin. Gural, destnîşan kir ku li herêmê çi di warê bazirganî de be çi jî bo damezrandina kargehan xebatên wan dê hebin û got, di dema pêş de ew ê van xebatên xwe bidomînin.
Gural, bal kişand ku hejmarek zêde nifûsa Amedê ciwan e û got, ji bo ev ciwan bibin xwedî kar û pîşe divê kêmasî bêne temamkirin.
Gural derbirî ku di çarçoveya nexşeriya ku hemû bi hev re dabîn bikin de divê binekariya aboriya welêt xurt bibe û weha axivî, “Li herêmê ji bo pêşxistina derfetan, zêdebûna aramiyê û bi,lindbûna strandartên jiyanê nexşeriyên bêne danîn qenc e bi hev re bêne destnîşankirin û pêkanîn. Em ê bi hemû derfetên li ber destê xwe piştgiriya vê yekê bikin.”
Serokê Damezrîner Erkan Ozmen jî da zanîn ku wek STKyeke ku bi rastiyê hesiyane pir kêfxweş in ku li Amedê ne. Ozmen, bal kişand ku Tirkiye di cîhana aboriyê de pileya 17emîn e û weha axivî, “Cîhan şerê aborî dike. Sedema vî şerî jî jiyaneke aram, bilindbûna pariyê aboriya welatan û bilindbûna aboriyê ye. Di nav van de tişta aborî dide ber xwe, hawirên bi tendurist û xweşik, di warê madî û manewî de jiyaneke rehet. Gelek armancên mezin ên Tirkiyeyê hene. Pirtir pêdivî bi hilberînê heye. Ji bo dawîlêhatina pêvajoya tengezarî ya 30 salên em hatine vir ku piştgiriya xwe bo pêvajoya pêkanînê destnîşan bikin.”
Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin Hafîze Îpek, kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina heyetê a li Amedê anî ziman û got, “Ne tenê ji bo razemeniya aborî, ji bo welatekî xweşik ji nifşên paşerojê re bihêlin pêwîst e li welêt aramî û aştî serdest be.”
Îpek, destnîşan kir wek Partî û şaredarî daxwaza wan a herî mezin ew e ku ev pêvajo bêyî ku tu qeza bêne serî ber bi pêş ve biçe û weha domand, “Bilindbûna aramiya welatê me, di serî de ji bo aramî û demokrasiyê gelekî girîng e. Ji ber vê jî gelê Kurd çaverê hêviyên gelekî mezin e.” Îpek, bal kişand ser malxerabiya şeran û weha got, “Şerekî ku serkeftî û binketiyê tune bi serê me de hat. Gelek kes hatin kuştin. Dibêjin êdî bes e.” Îpek, bi bîr xist ku hayê wan ji deklarasyona karsazên ciwan heye û ji ber wê ew pîroz kirin. Îpek weha axivî, “Ez bawer dikim ku hûn ê bi ser bikevin. Tenê hema em bikaribin empatiyê bikin. Belkî li Tirkiyeyê pêvajoya empatîkirinê gelekî bi derengî ket. Lê hema ji îro pê ve dest pê bike jî em bawer dikin ku dê pêvajoyekle watedar li ber xwe veke.”
Îpek, aşkere kir ku wek şaredar ew têkilî bi her devera ku jiyan lê ye re datînin û got, ji bol i bajêr deriyên îstihdamê vebin ew ê di tu cure piştgiriyê de hîç texsîr nekin. Îpek, bal kişand ku karsazên Amedî dema diçin li deverên dî razemeniyê dikin ew pê dilgiran dibin û behsa avantajên razemeniya bo Amedê kirin ku bal kişand ser aliyên wê yên çandî û dîrokî yên bo vî babetî.
Îpek di axaftina xwe de da zanîn ku vê carê hevdîtin cuda ne, nêzî aştiyê bûne û got, ji bo çareseriyê divê her kes xwe bide ber vî barî. Îpek, aşkere kir ku meha Adarê li Amedê gelekî bil iv û tevger e, di warê şaredariyê de jî vê mehê kar zêde dibe û weha domand, “Bi hatina Newrozê re coş û kelecan zêde bûye. Divê li ser hîmê wekheviyê biratî bête avakirin û em û hûn dikarin bi hev li vî welatî gelek tiştan bikin.”
Îpek, derbarê xebatên ji bo welatiyên bi dezavantaj ên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê de jî mêvanên xwe agahdar kirin.
Heyeta ku krevata spî, destmala spî û fulara spî ku sembola aştiyê ne li xwe kirin, fulareke spî li Cîgira Şaredar Îpekê jî vekir. Ozmen jî bi dilnaya ku pêvajo çavînî nebe tabloeyek çavşînk lê neşqkirî diyarî Îpekê kir, wê jî ji her yekî ji wan re çenteyek materyalên Amedê danasînin diyarî kir.