Ji jinên dilxwaz bang: Bi ruhê Arîn Mîrxan biherikin ser sînor

Ji jinên dilxwaz bang: Bi ruhê Arîn Mîrxan biherikin ser sînor

Hefteyek beriya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê, bangeke din a ji bo Kobaniyan ji dilxwazên li depoyên alîkariyê û wargehên ji konan dixebitin, hat. Dilxwazan bal kişandin ser berxwedana destanî ya YPJ'ê û destnîşan kirin, ku li dijî zilma DAIŞ'e ya li jinan, divê hemû jin bi ruhê Arîn Mîrxan di 25'ê Mijdarê de li ser sînorê Kobanê bin.

Di berxwedana ev 66 roj in li Kobanê dewam dike de, bi YPJ'ê re jinên Kurd li cîhanê deng vedan. Bi çalakiya xwe ya fedaî re Arîn Mîrxan û gelek jinan bi tîpên zêrîn destana berxwedanê li dîrokê nivîsandin. Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê bangên ji bo destekkirina vê berxwedanê li tevahiya jinan jî dewam dikin. Ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê xebat hatin destpêkirin. Jinên ciwan ên bi dilxwazî ji bo Kobaniyan li Pirsûsê dixebitin, bang li tevahiya jinan kirin ku destekê bidin vê berxwedanê.

'DIVÊ DESTEK JI JINÊN LI KOBANÊ RE BÊ DAYÎN'

Xebatkara dilxwaz a çalakiyên ji bo zarokan û desteka psîkolojîk a ji bo jinan li wargeha Arîn Mîrxan Medya Elî (18) ya ji Kobanê, bang li hemû jinan kir ku bi ruhê Arîn Mîrxan di 25'ê Mijdarê de bên ser sînor. Elî diyar kir ku jinên Kurd bi parastin û ewlekariyê navê xwe dane bihîstin û got, "DAIŞ dixwaze Kurdan biqedîne. Zilmê li jinan dike. Dixwaze jin xwe binixumîne. Jinên Kurd bi her awayî xwe diparêze. Ji ber vê yekê banga me li tevahiya jinên li çar parçeyên kurdistanê û Tirkiyeyê ye; di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê de divê werin ser sînor û destekê bidin jinên li Kobanê." 

'EV TÊKOŞÎN A ME HEMÛYAN E'

Çiya Çîçek (27) a ji Amedê hatiye û li Depoya Alîkariyê ya li Xeraja Şaredariyê dixebite, anî ziman ku jin di pêvajoya Kobanê de rola sereke dilîze û got, "Ev têkoşîn a me hemûyan e. Divê em hemû destekê bidin vê têkoşînê

Lamîa Smaîn (19) a li Wargeha ji Konan a Kobanê xebatên belavkirina alîkariyê dimeşîne, li dijî zilma DAIŞ'ê bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li ser sînro dest bidin hev.