Ji jinan kermesa piştevaniya ji Kobanê re
Ji jinan kermesa piştevaniya ji Kobanê re
Ji jinan kermesa piştevaniya ji Kobanê re
Jinên endamê ÎHD û TUHAD-FED, bi armanca piştevaniya bi Kobanê re ku kermesek organîze kirin û dahatên bi xwarinên hatin pêşkeşkirin wê bigihênin Kobanê.
Li Enqereyê piştevaniya bi rojane ji Kobanê re tê kirin didome. Jinên endamê ÎHD û TUHAD-FED, li Cadeya Yuksel standa kermeseke piştevaniyê vekirin. Jinan, di standa ku navê, "Standa piştevaniya Kobanê" lê kirin xwarinên ku li malê amade kirin pêşkeş kirin. Di standa ku rastî eleqeyeke zêde hat ji 2 hezar TL zêdetir pere hatin komkirin. Wê ev pere ji Rojava re bê şandin.
Nûnerê Enqere yê TUHAD-FED Hava Ozcan, diyar kir ku ji bo piştevaniya bi Kobanê re aktîvîteyên cur bi cur pêk anîne û wê van xebatên xwe bidomînin.
Wê jin hefteya pêşiya me roja Yekşemê jî li heman cihî standê vekin.