Ji Însiyatîfa Gel banga 15’ê tebaxê
Ji Însiyatîfa Gel banga 15’ê tebaxê
Ji Însiyatîfa Gel banga 15’ê tebaxê
Bi wesîleya pêngava 15’ê Tebaxê Însiyatîfa Gel a Kurdistanê daxuyaniyek da û bang li hemû gelê kurd kir ku hefteyekê li qadan bin. Însiyatîfê xwest ku gel bi şîara ‘Xwedî li azadiya Rêber Apo û şoreşga Rojava derkevin’ serhildanê mezin bikin.
Însiyatê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku ji bo gelê kurd derfetên mezin û di heman demê de rîskên mezin de û got di gelê kurd di demek dîrokî de derbas dibe. Însiyatîfê wiha got: “Ger ku gelê kurd vê dema dîrokî baş binirxîne, azadî û hebûna xwe biparêze dê bi ser bike. Lê ger ku vê derfetê baş nenirxîn e dê bi ser nekeve. Ji be vê ev pêvajoyeke stratejîk û tayînakirina qederê ye.
Însiyatîfê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku di vê pêvajoya girîng de pêngavan 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin û vê pêngavê qedera kurdan guhert. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “15’ê Tebaxê pratîk û ruhê azadkirina pêngav bi pêngav a Kurdisanê ye.
Însiyatîfê balkişand ser êrîş û komkujiyên li hemberî kurdan ya li Rojava a di bin navê îslamiyetê de pêk tê û wiha berdewam kir: “Li dijî zilmê serî hildan, xwe bi rêvekirin, pêwistiyeke hiqûqa îslamiye. Îro li rojava şoreşeke demokratîk a rast pêk tê. Hemû hêzên emperyalîst û mêtînger vê şoreşa helal ji xwe re dikiriye hedef û dixwazin têk bibin. “
Însiyatîfa gel bertek nîşanê girtina deriyê sînor yê Sêmalkê jî da û got: “Di vê pêvajoya stratejîk ya ku yekitiya netewî pêk tê û kongreya netewî pêk de, pêkanînên bi vî rengî ji dijminan re xizmetê dike.
Însiyatîfê di dawiya daxuyaniya xwe de cejna berxwedana gel pîroz kir û da zanîn ku bi şîara ‘ Xwedî li azadiya Rêber Apo û şoreşa rojava derkevin de’ bila gel dakevin qadan û serhildana xwe mezin bikin.