Ji însiyatîfa Gel a Botanê banga Newrozê

Ji însiyatîfa Gel a Botanê banga Newrozê

Înîsiyatîfa Gel a Botanê  daxwaz kir ku, divê Newroza 2013’an bi serhildanan bê pêşwazî kirin û li dora Rêberê Gelê Kurd Ocalan bidin xelek. Înîsiyatîfê da zanîn ku gelê Botanê divê Botanê bi rengên xwe yên Kurdistanî tevlî Newroza Amedê bibin.

Înîsiyatîfa Gel a Botanê der barê Newroza 2013’an de daxuyaniyek da û got: “Rojhilata Navîn di seranserê dîrokê de her tim rastî êrîşên mêtînger-emperyal-kolonyalîst hatine.  Îro jî di bin heman dagirkeriyê de ye.  DYA, YE, Israîl, Rusya, Çîn , Tirkiye û Îran divê çarçoveyê de cih digirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, li dijî van êrîşan gelê Rojhilata Navîn berxwedana çanda wan bûye kevneşopî û wiha got: “

Rojhilata Navîn çanda azadî, edelet û demokrastiyê  ye. Ev çanda berxwedanê heta îro hatiye. Kawayê Hesinkar mejiyê Nemrûdê zalim belav kir û gelên rojava bir serkeftinê.  Agirekî mezin pêxist û ev kevneşopî da dest pêkirin. Newroz roja destpêkek nûye. Wek cejna serkeftinê tê pîrozkirin.  Bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê li dijî hêzên mêtînger yên Rojhilata Navîn Kawayê Hesinkar hat rojevekirin û roj veguhertine Newrozê. Pêngav bi pêngav berbi serkeftinê diçin. Kurdistan li cihê herî stratejîk yê Rojhilata Navîn cih digire. Ji bo em bigihêjin serkeftinê divê em mezin bilîzin. Dijminê me jî ev derfetê me dîtiye û  di şertên nû de mêtîngeriyê  didomîne. Dewleta TC li pey lîstikên xapandinê ye. çeteyên AKP-Gulen li pey stratejiya asîmîlasyonê ne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, ew wek gelê Botanê bi Rêber Apo û PKK’ê re yekin û  gelê Kurd dê azadiya xwe bi hêza xwe bidest bixînin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Newroza 2013’an divê bi serhildanan bê pêşwazî kirin. Em wek gelê Botanê serhildana Newrozê heta Rêber Apo azad nebe em dê bimeşînin. Em nîşanê hemû cîhanê bidin ku Newroz destpêka jiyaneke nû ye.

Di serî de bajarên me yên Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û Sêrtê û hemû herêma Botanê divê Newrozê bi serhildaneke mezin pêşwazî bikin û jin, ciwan, zarok, kal, pîr biherikin qada Newrozê. Divê hemû gelê me ji bo statûya Kurdistanê û azadiya Serokatiyê berpirsyariya xwe bîne cih. Divê gelê me yê Botanê bi rengê xwe yê Kurdistanê tevlî Newroza Amedê bibe. “