Ji Însiyatîfa gel a Botanê banga 9’ê Cotmehê

Ji Însiyatîfa gel a Botanê banga 9’ê Cotmehê

Însiyatîfa Gel a Botanê  bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya sala 1998’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, daxuyaniyek da û banga tevlibûna çalakiyan kir

Însiyatîfa Gel a Botanê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hêzên Dagirkger û hevkar yên navnetewî ku ev komplo wek hamleya dawî ya xistina netewa kurd dîtin; li dijî berxwedan û têkoşîna gelê kurd û serokatiya me mahkum bûn.

Însiyatîfê da zanîn ku komploya navnetewî vala hatiye derxistin û wiha pê de çû: “Lê hêj jî li ser gelê me û welatê me hesabên qirêj tên meşandin. Hewl didin ku pêşî li qezenca gelê me ku bi bedel û têkoşîneke mezin bidestxistine  bigirin û dixwazin her cureyê şerê qirêj bikin dewrê. Dixwazin kompoloyê di asta navnetewî de temam bikin.

Însiyatîfê balkişand ser pakêta demokratîkbûnê û  hat diyar kirin ku Erdogan û hikûmeta wê bi pakêteke vala bi gelê kurd û tirk qerfên xwe dike.

Hat diyar kirin ku perwerdehiya zimanê dayikê daxistine dibistanên taybet û însiyatîfa gel wiha bangî gel kir: “ Em di vê esasê de ji bo ku ji komploya navnetewî ya 9’ê cotmehê hesab bipirsin, vê zîhniyeta qirêj di dîroka wan de çal bikin, divê em wê rojê jiyanê rawestînin. Divê derabe neyên vekirin, kontak neyên vekirin û zarokên me neçin dibistanan.  Divê hemû gelê me bi ruhê serhildanê dakevin qadan.”