Ji ÎHD'ê lîsteya binpêkirinan
Navenda Giştî ya ÎHD'ê, lîsteya binpêkirinên dema dengdayînê yên li gelemperiya Tirkiyeyê weşand.
Navenda Giştî ya ÎHD'ê, lîsteya binpêkirinên dema dengdayînê yên li gelemperiya Tirkiyeyê weşand.
Navenda Giştî ya ÎHD'ê, lîsteya binpêkirinên dema dengdayînê yên li gelemperiya Tirkiyeyê weşand.
Li gorî vê yekê, lîsteya hin ji binpêkirinan bi vî rengî ye:
-Çavdêrên ÎHD'ê yên hilbijartinê li Sêrt û Kirikkaleyê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan nehiştin çavdêr bikevin hundirê dibistanan. Bi awayekî lezgînî YSK hatiye agahdarkirin û hatiye xwestin dest li rewşê bê werdan.
-Li sindoqên bi hejmarên 1129 û 1130 ên li gundê Golbaşi Karaoglan ên Enqereyê, gef li çavdêrên HDP'ê hatiye xwarin û ji cem sindoqê hatine dûrxistin.
-Li Lalahan a Enqereyê çavdêrên HDP'yî hatine qewirandin.
-Li Dibistana Seretayî ya Haci Celal Oto ya Aydinê 3 çavdêrên HDP'ê hatine astengkirin. Li Lîseya Pîşeyê Endustrî ya Mîmar Sînan çavdêrên AKP'yî li sindoqa bi hejmara 2774'an desteya sindoqê asteng kirine û bi qasî saetekê deng nehatiye bikaranîn.
-Li bajarokê Sûngû yê navçeya Mûş Haskoyê, namzetê AKP'ê Abdûlselam Er bi cerdevanan hatiye Dibistana Hurriyetê ji bo deng bikar bîne.
-Li Îdirê sindoqa ji 350 dengî, ji ber pisûla bê mor in hatine betalkirin. Hat ragihandin ku piraniya hilbijêrên li herêmê HDP'yî ne.
-Li Keçîoren a Enqereyê AKP'yî bi nîşandana nîşaneya Rabîa re hewl didin bandorê li hilbijêran bikin.
-Li Denîzlî gilî tê kirin ku li taxên xizan, wêneyên dengê hilbijêran hatine kişandin.