Ji Hevserokê Partiya Keskan ji bo hilbijêrên Elmanyayê, banga dengê ‘NA’
Hevserokê Partiya Keskan ê Elmanyayê Cem Ozdemîr ji bo gelên li Elmanyayê dijîn di referandûma 16’ê Nîsanê de bibêjin ‘NA’ vîdeoyeke bi Tirkî û Elmanî weşand.
Hevserokê Partiya Keskan ê Elmanyayê Cem Ozdemîr ji bo gelên li Elmanyayê dijîn di referandûma 16’ê Nîsanê de bibêjin ‘NA’ vîdeoyeke bi Tirkî û Elmanî weşand.
Cem Ozdemîr got ku, di referandûmê de tenê dahatûya Tirkiyeyê nayê dengdan û bandora referandûmê bandora xwe li ser jiyana Elmanyayê jî heye.
‘ATMOSFERA TIRSÊ YA LI TIRKIYEYÊ GIHIŞT VIR JÎ’
Ozdemîr got ku, “Serokkomar Erdogan xwe wekî kesekî ‘rizgarker’ dibîne lê wisa diyar e ku dixwaze ew û Ewrûpa jî werin hemberî hev” û bal bir ser vî tiştî ku, berdêla provakasyonên Erdogan, Tirk û koçberên li Elmanyayê didin.
Ozdemîr got ku, ji ber heqaret û provakasyonên Erdogan li Elmanyayê nîqaşên cothemwelatîbûnê ji nû ve dest pê kiriye û got ku “Tişta ji vê xerabtir atmosfera tirsê ya Tirkiyeyê, gihiştiye vir jî.”
Cem Ozdemîr bal bir ser xebatên sîxuriyê yê ku bi talîmatên Dewleta Tirk û AKP’ê li camiyên Elmanyayê tên kirin û destnîşan kir ku, ew li dijî melisandina mirovên li kolanan e.
“TIRKIYEYA HÊZDAR” BI MAFÊN MIROVAN, AZADIYA DERBIRÎN Û ÇAPEMENIYÊ PÊKAN E’
Ozdemîr got, “Netirsin, biçin dengê xwe bidin. Em wekî partiya keskan bi we re ne. Heta îro em alîgir bûn ku Tirkiye bi awayekî hemdem û demokratîk karibe têkeve Yekîtiya Ewrûpayê û wê ev tişt bidome jî.”
Ozdemîr got, “Me her dem Tirkiyeyeke azad, di warê ekonomîk de xurt û ji bo hemû hemwelatiyan dixwest. Dixwazî bila Sunî be, bila Elewî be, bila Kurd, Tirk an jî Ermen be. Me Tirkiyeyeke wisa xeyal dikir ku li hemû cîhanê rêz jê re were girtin. Ev tişt jî tenê bi demokrasî, hurmeta li hemberî mafên mirovan, azadiya fikr û çapemeniyê pêkan e.”
Ozdemîr peyama xwe bi gotinên wekî “Ji kerema xwe re ji guhertinên makezagan Erdogan re bibêjin ‘NA’. Piştgiriyê bidin dahatûya Tirkiyeyê ji bo ku li Tirkiye û Ewrûpayê jiyaneke di nava aştiyê de pêk were” qedand.