Ji hevdîtina Erdogan-Trûmp wê çi derkeve?

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, wê îro (Sêşem) li Washîngtonê bi Serokê DYA Donald Trûmp re rûnê.

Li gorî medya Tirk, hevdîtin wê li gorî dema Tirkiyeyê saet di 19:40 de dest pê bike. Ev hevdîtin, di pêvajoyeke krîtîk de tê kirin. Serokê DYA Donald Trûmp, ji roja dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve serdana Tirkiyeyê nekiriye. Serokê beriya wî Barack Obama, serdana xwe ya destpêkê ya li derveyî welat li Tirkiyeyê kiribû.

Di dema dawî ya serdema Obama de têkiliyên bi Tirkiyeyê re sar bûn. Hikumeta Tirk, bi hilbijartina Trûmp re li bendê ye ku rûpeleke nû bê vekirin.

Di vê hevdîtina destpêkê ya rû bi rû de, di rojeva Erdogan de Kurd hene. Her wiha tê gotin, hevkarê wî yê berê Fethûllah Gulen, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û krîza Sûriyeyê ji rojevên sereke yên vê hevdîtinê ne.

DI NAVA KÎJAN ŞERT Û MERCAN DE HEV DIBÎNIN?

Erdogan, di her firsendê de dijminatiya xwe ya li Kurdan nîşan dide û dixwaze têkilî bi YPG'ê re neyê danîn û weke 'terorîst' bê dîtin. Hefteyek beriya serdana Erdogan a li Washîngtonê, roja 9'ê Gulanê Serokê DYA Donald Trûmp erê kir ku çekên giran ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re were dayîn. Bûyereke din a ku Tirkiye şoq kir, li Tebqayê rû da. Hêzên QSD'ê, di 10'ê Gulanê de bajarê Tebqayê û Bendafa Firatê bi temamî rizgar kirin. Weke operasyona fînalê jî hêzên QSD'ê ber bi Reqayê ve dimeşin.

Beriya vê serdanê, Erdogan fermana êrîşa balafirên şer li dijî Şengal û Rojava da bû. Êrîş li biryargeha YPG/YPJ'ê hatibû xistin. Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson roja 30'ê Adarê dema bi Serokkomarê Tirk re li Enqereyê rûnişt, rojek berê hat ragihandin ku operasyona dagirkeriyê ya bi navê 'mertala firatê' qediya ye. Balkêş bû ku ev daxuyanî rojek beriya serdanê hate dayîn.

KONGREYÊ BANG LI TRÛMP KIR

Mijareke din a bingehîn ku di têkiliyên bi Tirkiyeyê re timî tê rojevê, binpêkirina mafên mirovan a dijwar a li Tirkiyeyê ye. Beriya hevdîtina Trûmp-Erdogan, hin endamên kongreyê nameyek tund ji Qesra Spî re nivîsandin.

Di nameyê de hat ragihandin mafên mirovan û nirxên demokratîk li Tirkiyeyê gelekî qels bûne û ji Trûmp hat xwestin ku piştgiriyê bide mafên mirovan û nirxên demokratîk. Endamê Kongreyê yê Komarger Bîll Johnson ê ji Ohîo û endamê Kongreyê yê Demokrat Brad Schneîder ê ji Illionîsê name nivîsandin û her du partiyan li ser vê nameyê li hev kirin. 62 endamên kongreyê jî mohra xwe danîn binê nameyê. Di nameyê de hat bibîrxistin, ku nirxên demokratîk û mafên mirovan li Tirkiyeyê qels bûne û jê xwest pişgiriyê bidin demokrasiyê. Di nameyê de zextên li mûxalefetê, girtina parlamenterên HDP'yî û encamên bi guman ên referandûmê hatin bibîrxistin, ji DYA hat xwestin, ku ji Tirkiyeyê bixwaze hurmetê nîşanî nrixên demokratîk û mafên mirovan bide.

ÇI WÊ JI HEVDÎTINÊ DERKEVE?

Ev hevdîtin, di demeke welê de tê kirin ku Tirkiye ji her demê bêhtir li qada navneteweyî îzole bûye. Hê zelal nebûye ku ji hevdîtina Trûmp-Erdogan encameke çawa derkeve. Ji ber ku pêşdîtina polîtîkayên Trûmp nikare bê kirin, hê nediyar e encameke çawa derkeve. Tirkiye destpêkeke nû dixwaze, lê li gorî bîr û baweriya giştî, zehmet e ku bersiv ji daxwazên Erdogan re were dayîn.