Ji HDP, KCD û DBP daxuyaniya hevpar
Ji HDP, KCD û DBP daxuyaniya hevpar
Ji HDP, KCD û DBP daxuyaniya hevpar
Hevserokên HDP-KCD-DBP û Berdevkên HDK'ê der barê bûyerên di dema çalakiyên piştevaniya Kobanê de qewimîn daxuyaniyek dan û xwestin, "li dijî hev serî li şîdetê neyê dayîn", "Bûyera li Çewlikê ji her alî ve bê lêkolînkirin" û "peyamên tansiyonê kêm bike bên dayîn".
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, Hevserokên DBP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, Berdevkên HDK'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, der barê çalakiyên ji bo Kobanê yên ji 6'ê Cotmehê û vir ve dewam dikin de, daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê.
DIXWAZIN MURŞÎTPINARÊ BI DEST BIXIN
Daxuyanî wiha ye:
"Bûyerên ji ber dorpêçiya Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve, gihaştine asteke tirsnak. Rewşa krîtîk a li Kobanê hînê dewam dike. DAIŞ ji bo Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi dest bixe bi çekên giran bê navber êrîşê dike. Êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê bandoreke qismî dikin û encam jê nayê.
JI BO SERERASTBÛNA REWŞA LI KOBANÊ, DIVÊ REWŞEKE BAWERIYÊ DERKEVE HOLÊ
Em dixwazin careke din encamên siyasî, wijdanî û însanî yên bi ketina destê DAIŞ'ê ya Kobanê re derkevin holê, bînin ziman. Ji bo beralîkirina gefên li hemberî gelên me yên li hundir û derveyî welat, em dixwazin bi hikûmetê re bixebitin. Gelekî girîng e ku di rewşa heyî de deriyê sînor ê Tirkiyeyê ji Kobanê re her tim vekirî be.
Her çend dem bi dem pirsgirêk û kêmasî rû dan jî, em helwesteke erênî û girîng dibînin ku ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê destûr ji derbasbûna alîkariya însanî tê dayîn û birîndar ji aliyê din ê sînor tê wergirtin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo bi her awayî destek ji Kobanê re bê dayîn, girîng e her kes tevkariyê li afirandina rewşa baweriya ji hev a her du aliyan bike. Ji bo sererastkirina rewşa li Kobanê ku sedem û navenda hemû bûyerên diqewime ye, em hewl didin têkiliyên bi aqilmendî û diyalogê bi pêş ve bibin.
TÊ XWESTIN KU ŞERÊ NAVXWEYÎ BÊ DERXISTIN
Em helwesta gelê xwe ya derketina kolanan, xwedîderketina li Kobanê û afirandina raya giştî pêwîst û watedar dibînin. Lê belê tê fêmkirin, ku mekanîzmayên li benda daketina gel a kolanan bûn û bi amadekariyan re ketibûn kemînê, ev rewş ji xwe re weke firsend dîtin û dixwazin şerekî cidî yê navxweyî derxstinin. Her çend bi awayekî şênber em nizanibin ev kî ne jî, aşkera ye ku yên provokasyonê dikin ne ew derdorên barê pêvajoya çareseriyê hilgirtine ne.
POLÎTÎKAYÊN BIAQILANE YÊN KOBANÊ BÊXWEDÎ NEHÊLIN PÊWÎST IN
Em neçar in di vê rewşa kaotîk de polîtîkayên biaqilane biafirînin, ku hem Kobanê bi tenê û bêxwedî nehêle, hem rê nedin provokasyonan, hem pêvajoya çareseriyê li ser lingan bihêlin, hem jî gelên xwe ji êrîşan biparêzin.
DIVÊ TI KES LI TI CIHÎ LI DIJÎ HEV ŞÎDETÊ NEKE
Di vê çarçoveyê de em daxuyanî û banga xwe ya me duh kiribû, careke din dubare dikin: Bila ti kes li dijî hev li ti cihî serî li şîdetê neke, amûrên şîdetê bikar nînin.
DIVÊ BÛYERA LI ÇEWLIKÊ BÊ LÊPIRSÎN
Bi taybetî êrîşa li hemberî Midûrê Emniyetê yê Çewlikê, pevçûn û mirinên piştî êrîşê rû dan, rewşeke cidî ya fikaran zêde dike ye. Em dixwazin destnîşan bikin ku girîng e ev bûyera tirsnak a li Çewlikê ji aliyê hemû aliyan ve bê lêpirsîn. Ev û bûyerên mîna wê xwedî wê potansiyelê ne ku dikarin rêveçûnê bi temamî berevajî bike.
DIVÊ PEYAMÊN TANSIYONÊ KÊM BIKE WEREIN DAYÎN
Bi vê wesîleyê;
Tevî alozî û hemû bûyerên bi êş ên hatine jiyîn, bi tevkarî û banga Birêz Ocalan re em li bendê ne ku hikûmet di mijara Kobanê de gavên erênî (hêsankirina derbasbûna birîndaran û alîkariya însanî ji sînor) dewam bike, peşî li şîdeta hêzên ewlekariyê ya li hemberî xwepêşandêran bigire, êrîşên provokatoran ên li dijî gelê ji komên sivîl asteng bike û peyamên tansiyonê kêm bikin, bide.
Em hêvîdar in ku rêveberiya KCK jî tedbîrên ji bo pêşîvekirina li pêvajoyê bigire, banga xwe ya bikarneanîna şîdetê ji aliyê komên xwepêşandêr ve dubare bike, çalakiyên çekdarî bi awayekî cidî lêpirsîn bike, ji bo pêşîgirtina li van tedbîran bigire û di nava hewldana kêmkirina tansiyonê de be.
Em bawerin ku eger çapemenî li şûna zimanê gefxwarinê û heqaretê yê li dijî partiya me, zimanekî nerm bikar bîne û vî rengî nêzî mijaran bibe, wê tevkariyê li van hewldanên me bike.
Pêkane ku em bi hev re bingeheke komkujiyê û provokasyonê asteng bikin. Ev yek jî bi xwedîderketina li Kobanê û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê dibe. Bi vê wesîleyê em ji her kesî û hemû derforan rica dikin ku banga me bi awayekî cidî li ber çavan bê girtin."