Ji HDP’ê daxuyaniya li ser doza Somayê
HDP’ê têkildarî doza Somayê de daxuyaniyek da û diyar kir ew ê bibin şopdarên pêvajoya dozê û ew li aliyê malbat û karkerên ku di nava lêgerîna edaletê de ne.
HDP’ê têkildarî doza Somayê de daxuyaniyek da û diyar kir ew ê bibin şopdarên pêvajoya dozê û ew li aliyê malbat û karkerên ku di nava lêgerîna edaletê de ne.
HDP’ê têkildarî doza Somayê de daxuyaniyek da û diyar kir ew ê bibin şopdarên pêvajoya dozê û ew li aliyê malbat û karkerên ku di nava lêgerîna edaletê de ne. HDP’ê hemû kes dawetî vê lêgerîna edaletê kir.
Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê têkildarî doza Somayê ku 301 karkerî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî da. HDP’ê diyar kir ku qirkirina karkeran didome û got: “Sala buhrî di 13’ê Gulanê de li Somayê 301 karkerî jiyan xwe ji dest da. Rûniştina doza têkildarî karaseta herî mezin a dîroka Tirkiyeyê de di 13’ê Nîsanê de li Dadgeha Cezaya Giran a Akhîsarê tê dîtin. SOMA ya wek komkujiya herî giran a karkeran ket dîroka me, hîna di hişan de ye û mixabin qirkirinên nû yên karkeran didome.
Dewleta ku ji bo ewlehiya xwe ji ti fedakariyê, pêpar namîne, dema ku madenvanên xizan bibin mijara gotinê, lal, kor û ker dimînin. Odeyên jiyanê yên ku ji dehê yekê maliyeta qesran pêk nayên, ji bo desthilatdariyê, ji windahiya can zêdetir tên dîtin. Dema ku ewlehiya karkeran û odeyên jiyanê yên li madenan dibe mijara gotinê, weke ku ne hikûmete tevdigere û ji mirinan herî kêm qasî kujerên karkeran berpirsin.
HDP’ê destnîşan kir ku doza Somayê di dîroka têkoşîna maf a çîna karkerên Tirkiyeyê de, di nuqteyek girîng de ye û got: “Di gelek dozên ku em dişopînin de darizandina skandal bûye klasîkek dewletê. Bila bê zanîn ku tehemula malbat û bi hezaran kerkaran ji skandaleke nû ya di doza SOMA’yê re tine.
Wek tê zanîn yek ji gumanbaran, bi sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ û yên din jî ‘kuştina bi qisûr’ tên darizandin. Îhtîmala ku ev kes bi pergala segbîs û an jî ji dûr ve bên darizandin, li dijî darizandina adîlane ye û nayê qebûlkirin.
Bandora civakî ya doza Somayê û nêzîkatiya desthilatdariyê ya li dijî kedkaran, nîşan dide ku wê dozê cihê bûyerê û mexdûran dûr bîxînin. Daxwaza me ev e ku doz li heman cihî bê dîtin.
Partiya me careke din li hember karkerên ku di komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî serî ditewîne û em wek HDP’ê wê şopdarê dozê bin û li aliyê kesên di lêgerîna edaletê de ne.” HDP’ê da xuyakirin ku ew bi vê wesîleyê hemû aliyên hestiyar dawetî lêgerîna edaletê dikin.