Ji HDK’ê 2. Konferansa Demokrasî û Aştiyê

Ji HDK’ê 2. Konferansa Demokrasî û Aştiyê

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel, têkildarî 2'emîn Konferansa Demokras û Aştiyê ku di 18-19'ê Cotmehê de li Enqereyê pêk bînin, anî ziman ku ew ê pêvajoya ji 1'emîn Konferansa Demokrasî û  Aştiyê heta niha gavên hatiye avêtin binirxînin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di navbera 18-19'e Cotmehê de li Enqereyê 2'emîn Konferansa Demokrasî û Aştiyê pêk bînin. Têkildarî konferansê Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Levent Tuzel, li Navenda Gişti ya Tum Bel-Senê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salona civîne pankarta "Rêya aştiyê di Kobanê re derbas dibe" hat vekirin. Di civinê de hat ziman ku ev konferans ji bo wan pir girîng e û 4 meh in xebatên vê konferansê dimeşînin.

Tuncel, da zanîn ku sala par di 25-26'ê Gulanê de konferans pêk hat û ew ê di vê konferansê de ji 1'emîn konferansê heta niha geşedan û gavên hatine avêtin binirxînin û niqaş bikin. Tuncel, anî ziman ku hem gavên atine avêtin û hem jî gavên nehatine avêtin binirxînin û disa wê êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û muzakereyan nîqaş bikin û binirxînin.

WÊ KONFERANSA DAÎMÎ BÊ AVAKIRIN

Tuncel, bal kişand ser rêbaza xebatê û wiha got: "Em ê bi 4 komên xebatê 2 rojan konferansê pek bînin. Piştî civîna 2 rojan em ê komîsyona daîmî ava bikin. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî wê beşdarî konferansê bibin. Dîsa kesên alîgirê çaresiyê, rewşenbir û rayedarên dewletê yên aştiyê dixwazin jî wê beşdar bibin."

Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî anî ziman ku ew li bendê ne ku ev konferans di vê pêvajoya ku Tirkiye di navde bibe dengê vîn û aqil û bi rêya aqil pirsgirêkan çareser bikin. Kurkçu, da zanîn ku zimanê dewletê ne zimanê aştiyê ye û şer û aloziyê bêtir geş dike. Kurkçu, da zanîn ku ger wê aştî pêk bê divê herî kêm 2 alî hebin û zêdetirî 2 aliyan tevlî pêvajoyê û nîqaşan bibin. Kurkçu, anî ziman ku ew bawer dikin ku konferans wê xizmeta aştiyê bike.

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel jî da zanîn ku Tirkiye 2 sal in di nava lêgerina aştiyê de ye û wiha got: "Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê wekhevî û azadiyê lêgerîna jiyana demokratîk dike. Tuzel, da zanîn ku 10 rojên dawî nîşan dide ku pêvajo çiqas bi talûke û zordariyan re rû bi rû ye. Tuzel, bal kişand ser konferansa par û wiha got: "Em ê di 18-19'ê Cotmehê de konferansa 2'emîn pêk bînin. Em ê dîsa pirsgirêk û çareseriya wan nîqaş bikin."

Tuzel, destnîşan kir ku di bûyeran de herî kêm 40 mirovan jiyana xwe ji dest da û herî dawî xebatkarê Rojnameya Azadîya Welat hat kuştin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îlankirina OHAL'ê, girtin, binçavkirin, sererastkirinên 'Ewlehiyê' nîşan dide ku hikûmet çiqas dûrî çareseriyê ye û polîtikayên şaş bi kar tîne."

Tuncel jî dîsa mafê axaftinê girt û ji bo malbata Kadrî Bagdu û hemû xebatkarên çapemeniya azad sersaxî xwest.