Ji HBDH'ê çalakiya sabotajê

Milîsên Necmî Oner ên HBDH'ê li Kocaeliyê li hemberî qemyoneke faşîstan çalakiya sabotajê kirin.

ÇALAKIYA HBDH'Ê

Milîsên Necmî Oner ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku 19'ê Gulanê saet di 23:00 de li ser rêya TEM'ê li pêşiya Kocaeliyê li hemberî qemyoneke li otoparkê çalakiya sabotajê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku qemyona 'faşîstan' bi alavên tê de hate şewitandin û hate gotin, çalakî weke bersiva li êrişên êşkenceya giran, tecrîda li zindanan û operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP'ê hatiye kirin.