Ji gundek ê Holandayê ji bo Ocalan 350 îmze berhev kir
Ji gundek ê Holandayê ji bo Ocalan 350 îmze berhev kir
Ji gundek ê Holandayê ji bo Ocalan 350 îmze berhev kir
Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî ya ji aliyê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî ve sala par hat destpêkirin, berdewam dike. Kesê bi navê Hineyna Erisne ku li gundê Amerongen ê Holandayê dijî di vê çarçoveyê de 350 îmze berhev kir.
Erisen diyar kir ku wê îmze ji dibistan, mamoste, rêveber, xwendekarên amadeyî, rêveber, bijîşkên malan, saziyên tenduristiyê, ji rahîbên dêrên Katolîk û Protestan, peywirdarên têkiliyên civakî, pedagog, pisporên zarokan, psîkolog, mamosteyên zanîngehan û nivîskaran berhev kiriye.
Erîsen got: “Ez tevlî hemû ayinên li dêran bûm” û di nava nivîskarên ku îmze dane de Arjen Aaartejes jî heye.
Erisen da zanîn ku bi şaredar re jî hevdîtin pêk aniye û got: “Piştgiriyê dane me. Serkeftinê xwestin. Min îmze ji xebatkarên şaredariyê jî wergirt.”
Erisen da zanîn ku di pêvajoyek ji mehekê kêmtir de 350 îmze berhev kirine û got: “Hemû pir bi dilgermî nêzîk bûn. Ji ber qetilkirina sê jinên Kurd ên li Parîsê sersaxî xwestin. Welatiyan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ji ber ku tu ewlehiya canê van mirovan tune bûn hatine vir, lê welatên Ewropayê jî nekarî wan biparêze."