Ji girtiyên siyasî hişyariya ‘kamerayê’

Ji girtiyên siyasî hişyariya ‘kamerayê’

Girtiyên di dozên DHKP/C, MKP, MLKP, TKP/ML ve TKEP/L tên darizandin, bang li wezareta Dadê kir ku dest ji bi pêkanînên xwe yên bicihkirina kamerayan ya li girtîgehan berde û gotin: “Ev pêkanîna ku rumeta mirovan dişikîne, di bin tu şertî de nayê qebûlkirin. Girtiyên siyasî bang li gel jî kir ku bertekên xwe li hemberî van pêkanînan nîşan bidin.

Girtiyan daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn wezareta Dadê polîtîkayeke din ya tecrîd/tredmanê ya ku girtiyan dike bin zextan  li polîtîkayên xwe zêde kir.

Hate diyar kirin ku li girtîgehan bi hinceta ewlehiyê her cureyê mafê girtiyan tê xespkirin û wiha hate gotin: “Niha bi heman hincetê dixwazin li qadên me yên jiyanê kamereyan bicih bikin. Em vê hewldanê û pêkanînê qebûl nakin. Li girtîgehan bi hinceta ewlehiyê li her derê kamera heye. Her der bi kamerayan hatiye dorpêçkirin. Ev jî têr nayên dîtin û êrîşê qadên jiyana me dikin. Em vê pêkanîna ku rumeta mirovan dişikîne qebûl nakin.em bang li gelê xwe  dikin ku li dijî vê têkoşîna xwe bimeşînin û her wiha em bang li wezaretê dijî dikin ku dest ji van pêkanînên xwe berde.