Ji girtiyên Kandirayê bo Rojavayê Kurdistanê alîkariya aborî

Ji girtiyên Kandirayê bo Rojavayê Kurdistanê alîkariya aborî

Girtiyên ji doza PKK'ê yên Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 1 ya Kandirayê ji bo piştgriyê bidin Kurdên Rojava pereyên ku di nava xwe de kom kirin ji Rojavayê Kurdistanê re şandin.

Li Sûriyeyê piştî rejima Esad di nava xwe de şerê navxweyî zêde kir, gelek welatî û kurdên Rojava koç kirin û gelek welatiyên li Rojava ji ber ku deriyên sînor li ser wan hatin girtin û ambargoya erzaq li ser wan dimeşîne pêdiviya wan bi erzaq heye. Ji bo kurdên Rojava alîkariya li girtîgehan berdewam dike. Niha jî girtiyên ji doza PKK'ê yên Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê ji bo piştgriyê bidin kurdên Rojava pereyên ku di nava xwe de kom kirin ji Rojavayê Kurdistanê re şandin. Girtiyan di navbera 01-30'ê Çileyê de kampanya alîkariyê dane destpêkirin. Girtiyan di nava xwe de 2 hezar û 500 lîra kom kirin û bi rêya organîzasyonan alîkarî ji Rojavayê Kurdistanê re şandin.

Girtiyan diyar kir ku, dê di beşa duyemîn ya kampanyayê de name û faksan bişînin. Girtiyan destnîşan kirin ku, ew heta dawî piştgiriya xwe ya rojava tînin ziman û piştgiriya Tirkiyeyê ya çeteyan şermezar kir. Girtiyan destnîşan kir ku, bi tu awayî dijminatiya li hemberî kurdan nayê qebûlkirin. Girtiyan bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin gelê Rojava û li hemberî çeteyan têkoşîna xwe bilind bikin.