Ji girtiyê nexweş bang

Ji girtiyê nexweş bang

Girtiyê nexweş yê bi navê Mehmet Tekîn ku li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê dimîne, diyar kir ku ev 2 sale li ser mejuyê wî tumor hatiye testbîtkirin û ji bo bê dermankirin banga hişyariyê kir.

Pirsgirêkên girtîgehan her roj di rojevê de ne. Li gel vê ji bo pirsgirêkên girtiyên nexweş heta niha hikûmeta AKP'ê tu gav neavêtine. Di rewşekî wiha de girtiyê nexweş yê bi navê Mehmet Tekîn ku li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê dimîne ji DÎHA'yê re têkildarî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê de nameyek şand. Tekîn, di nameya xwe de diyar kir ku, ev 2 sale li ser mejuyê wî tumor hatiye testbîtkirin û wiha got: "6 mehan cerekî kontrol tên kirin. Lê ji ber mercên girtîgehê ez nikarim derman bibim. Bi taybet di Girtîgeha Alanyayê de ji bo sewqê em 3-4 mehan li benda destûrê dimînin. Ji ber tumorê, serê min dizivire, dilê min radibe û bêhal dikevim. Ji bo ez biçim Saziya Tiba Edlî min daxwazname şand lê tu bersiv ji min re nehatine."