Ji Girtîgeha Sêrtê 72 girtî surgunê Bandirmayê hatin kirin
Ji Girtîgeha Sêrtê 72 girtî surgunê Bandirmayê hatin kirin
Ji Girtîgeha Sêrtê 72 girtî surgunê Bandirmayê hatin kirin
72 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, surgunê Girtîgehên Tîpa T ên 1 û 2 yên Bandirmayê hatin kirin.
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê û xizmên wan ên vê sibehê ji bo hevdîtinê hatibûn ber girtîgehê, bi hinceta di encama îxbarekî "dê lêgerîn pêk were" hevdîtin pêk nehatibû û gelek leşker sewqê girtîgehê hatibûn kirin. Di encama hevdîtinan de hatibû gotin ku dê malbat karibin piştî nîvro bi girtiyan re hevdîtinê bikin. Lê di seatên pêş de sedema hevdîtina di girtîgehê de çima pêknehatiye, derket holê ji 92 girtiyên siyasî yên di girtîgehê de 72 girtî surgunê Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê hatine kirin. Girtî bi 4 wesayîtên rîngê di bin dorpêçkirina polîs û leşkeran de ji girtîgehê hatin derxistin. Derbarê surgunan de Şaredarê Misricê Necat Yilmaz, Serokê Şaxa TUHAD-DER a Sêrtê Îrfan Baykara, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin û rêveberên BDP'ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê kirin. Piştî hevdîtina ku nêzî nîv saet dom kir de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Mehmet Ata Înan, navên girtiyên hatine surgun kirin aşkera kir.
Li gor lîsteya hatiye aşkerakirin ên surgunê Girtîgeha Tîpa T a 1 a Bandirmayê hatine kirin wiha ne: "A. Azîz Kolanç, A. Kadîr Encu, Abdullah Alturk, Abdullah Ongulu, Abdulselam Guler, Şemsetîn Tekîn, Burhan Evîz, Ugur Eren, Enver Uçar, Dijva Nesrîn Îsmaîl, Habîp Aydogdu, Ugur Uyar, Zekî Nas, Halîl Çelîk, Halîs Çalkin, Hamza Denîz, Hasan Abdo, İzetîn Tekmen, Kuling Sevîlgen, Mahmut Bîlgîç, Zekî Kayar, Şehmuz Îlhan, Mehmet Gunay, Mehmet Kurhan, Selman Esmer, M. Şefîk Tunç, Naîf Îşçî, Naîf Ozkiliç, Nîzamettîn Mahmutoglu, Sedat Avşar, Rizgar Turhan, Sadik Dundar, Omer Ayman."
Navê girtiyên surgunê Girtîgeha Tîpa T ya 2 a Bandirmayê hatine kirin jî wiha ne: "Nesîp Tarim, Celalettîn Elçîçek, Hamza Başer, Huseyîn Îdîg, Mazlum Yurek, M. Emîn Çelîk, M. Emîn Dogan, Mustafa Acet, Nasir Yilmaz, Nevzat Karabacak, Kamuran Sezgîn, Abdullah Çelepkolu, Saîm Baysal, Tahîr Cengîz, Tahîr Kurhan, Yusuf Keklîk, Halîl Adiguzel, A. Azîz Alp, A. Hakîm Şen, Abdurrahîm Demîr, Ahmet Ete, Alî Temelkuran, Aytekîn Kayran, Celal Koçak, Fahrettîn Îşlek, Hacî Bozkurt, Îbrahîm Tekîn, Harûn Ayar, Meas Erdemcî, Alî Rizgar, M. Alî Tîmurtaş, Murat Gurbuz, Omer Ozbay, Reşat erten, Ramazan Batur, Serdar Batur, Sînan Aktaş, Yusuf Ozturk, Yusuf Demîr."