Ji Girtîgeha Denizliyê bo Komîsyona Mafê Mirovan bang

Ji Girtîgeha Denizliyê bo Komîsyona Mafê Mirovan bang

Hat diyarkirin ku piştî Hasan Donezkuş bû midûrê yekemîn ê Girtîgeha Tîpa D ya Denîzliyê binpêkirinên mafê mirovan ên li dijî girtiyan gihişt asta herî jor. Li gorî agahiyên girtiyên siyasî dane, qedexeyên di vê girtîgehê de di girtîgehên tîpa F de jî qet nehatine dîtin. Girtiyan bal kişand ser vê rewşê û bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir ku biçe serdana girtîgehê.

Girtiyan da zanîn ku dîktaya mirovek tenê li ser girtîgehê hatiye pêkanîn û di nava hefteyê de şandina daxwaznameyên bi armanca hevdîtina bi rêveberên girtîgehê û dozgeriyê re hatine qedexekirin. Li gel vana ji bilî roja duşemê qedexe ye ku daxwazname ji her du rayedaran re binivîsin.

Di nava saziyê de jî şandina nameyan hatine qedexekirin, her wiha nameyên bi rê ya APS an jî TM’yê yên PTT’ê piştî 10-15 rojan digihin cihê xwe.

Li girtîgehê sohbetên girtiyan ên bi hev re hatine qedexekirin û bi taybet nahêlin girtiyên xwendekar bên gel hev. Her wiha, xwendekarên zanîn ku ji bo protestokirina ji bo greva birçîbûnê hatin girtin weke girtiyên siyasî nayên hesibandin. Nikarin biçin cihên ku girtiyên siyasî lê dimînin.

Girtiyên siyasî bûyerên ku di nava saziyê de diqewimin wiha vedibêje: “cezayên keyfî yên disiplînê tên birîn û dijminahiya Kurdan tê kirin. Sê hevalên me yên xwendekarên jin ên ku komkujiya Roboskî protesto kiribûn li rastî lêpirsîna disiplînê hatin.”

Di berdewamê de girtiyan bal kişand ku wana li dijî van binpêkrinan serî li dadgeriya înfazê ya girtîgehê dane, lê belê gotine ku ev yek rayeya wan aderbas dike û gotin: “Hema bêje ew jî bi rêveberiya girtîgehê re di nava hevkariyê de ne. Ji ber nasnameya siyasî em serî li kîjan rêyên maf û huqûqî didin, biryarên li dijî me tên girtin.”

Ji ber ku di odeya me de tuwalet, razangeh, xwaringeh di nava hev de ne, paqijî tune ye û em her tim nexweş dikevin.” Girtiyan bal kişand ser vê rewşê û bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir ku biçe serdana girtîgehê.