Ji gerîlayan nameyên ji bo Ocalan

Gerîlayên ku 15'ê Sibata 1999'ana, dema komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jidayik bûne li eniya azadiyê ya Kurdistanê ji bi dirûşma ji Ocalan re azadî têdikoşin.

Ev 20 sal derbas bûn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî radestî Tirkiyê hatî kirin û dîl hatî girtin. Di van 20 salan de, ku bi komployê dihate armanckirn PKK were 'qedandin', piştî guherîn û veguherîna paradîgmayî ya Ocalan, xwe bi rengê pergala KCK'ê rêxistinî kir. Ên ku dema Ocalan dîl hatî girtin  ên ku hê jidayik nebûbûn niha di eniyên PKK'ê de têdikoşin. PKK'yiyên ciwan mîna ku komploya 15'ê Sibatê ya 1999'an nû jiyabin, bi hêrs û kînê, bêrikirina xw ya li Ocalan jî, di nameyên xwe de vedibêjin.

Gerîlaya YJA STAR'ê Zîlan Zana Mardîn di nameya xwe de ya bi navê ''Ji bo Agirê me yê jiyanê Rêber Apo'' wiha dibêje: ''Sedema bûyinê ya hemû heyinan, yê ku sedema dilsoziya me Zîlan kirî Zîlan, Kemal kirî Kemal, Egîd kirî Egîd..Yên ku em kirin em..yê ku jiyana me kir ku em bikaribin bijîn, Rêber Apo yê berz ku jinbûna me bi bîra me xistî. Dike ku em her gava xwe, her awira xwe, her kulîlka ku em bêhn dikin û her hilma xwe hîs bikin. Ê ku em bi nefreta xwe re, bi hezkirinên me, bi nexweşiyên me, bi têkoşîna me re em dane naskirin.

TEKANE ROTAYA ME PKK YE, RÊBERTÎ YE

 Ew e yê ku rûmeta Şerê Sara mezin kirî. Rêbertiyeke mezin dixwaze ku cîhana fanî wiha mezinkirin. Xeyala zaroktiya me ye ku di utopyaya Rêbertiya me de em bigihin hev. Ne ji hezkirina me ya ontolojîk e ku bi xeyalên zaroktiya xwe li hemû gerdûnê li xwe digerin. Ne ji ber meraqa me ya arkeolojîk e ku li bin her kevîrî, her axê, di bin her hestiyî de em lêpirsînan dikin. Ne ji ber anotomiyê em li ser her mirovî hûr dibin. Ne jinekolojî ye ku em jinê nas dikin, hay ji jinbûna xwe hene û di deryaya jiyana wê de soberiyê dikin. Ne ji zanîna meteorojiyê ye ku di gerîlatiya xwe de em li pey şev, roj, baran, berf, mij û şopdarê rojê ne.

Tekane rêgeha me PKK ye, Rêbertiya me ye. Esasê hemû zanîna me, hezkirina me, xeyalên me, şerê me Rêbertî ye. Weke li dîrokê bûye, kral-xwedayên bi hişmendiya serwer a desthilatdarxwaz, ti caran nexwestine ku hêzeke ji xwe meztir bibînin, xweşikahiyên ji yên wan xweşiktir xwestine ku tine bikin. Tim hewl dane ku bibin 'tekane'. Ên ku bi eynî hişmendiyê 15'ê Sibata 1999'an, weke rengê rûyê reş ê dîrokê mohra xwe lêdane. Belê, dîsa hat ew roja mehşerî, ew roja ku erd û ezman dinalî, qêrînên serhildanê dihatin çewisandin.

DEYNÊ LI SER STÛYÊ ME YE KU EM VÊ ŞOREŞÊ JI BO GELÊ XWE YÊ KU BI WE YE, PÊK BÎNIN

Dîsa hatin bîrê. Darvekirina Denîz, Şêx Seîdan, Îsayê ku hatî çarmîxkirin, Manî yê ku ji Baxçeyên Roniyê hatî qutkirin û Prometheûs ê ku li Çiyayên Kafkasan kirin êm..Ey mirovê xweşik, ev qas dil ji bo te lêdixin, li benda te ne, belkî rojekê, rojekê em şoreşa pevgihîna mezin pêk bînin. Deynê li ser stûyê me ye ku vê şoreşê ji bo gelê Kurd, ê ku bi we heye, çêbikin. Em êşa hevrêbûna kêm, dijwariya wê her kêlî dijîn.

Em kêm dimînin ku peywirên ku we dayî ber me em bi cih bînin. Em kêm dimînin heqê keda we, nirxê we, gelê xwe yê ku we ew afirandiye bidin. Di nav ev qas heyinên ku hatine afirandinê de neyinê dijîn, gelek caran di nav ew qas derfet de em xwe xilas dikin. Bi parastina jiyana PKK'ê ya ku we dayî me, em rexnedayina hevrêtiya kêm didin.

HEWL DIDIM KU LI FELSEFEYA WE KÛR BIBIM Û MEZIN DIBIM RÊBERÊ MIN

Gerîlaya bi navê Arîn Armanc, ku li Yekîneya Resen a Şehîd Rozerîn a YJA STAR'ê dimîne di nameya xwe de ya bi navê 'Ji Serok Apo re'' dibêje, ''Ez dixwazim hû ji zindana Imraliyê derkevin û îro li cem jinên ciwan bin ku li çiyan şer dikin û niha ji bo we nameyan dinivisin'' û didomîne, ''Rêberê min, ez bi eslê xwe Bedlîsî me. Li Aydinê jidayik bûm û mezin bûm. Li gel ku li nav malbata min hişmendiya Kurdbûnê qels bû jî, di 19 saliya xwe de bi mixaletiya xwe re tevlî nav refan bûm. Di demeke pir kurt e li rasta rasteqîniya Kurdistanê, hewcehiyên şoreşê, êşa ji şehadetan hatim. Destpêkê min nedikarî wateyê bidim rastiyan.

Dema ku hevalek şehîd dibû, hêrs dibûm û hêla hîsî xwe dida pêş. Lê niha li çiyan, li mabetên pîroz bi felsefeya we hewl didim ku di rêya rast de bimeşim. Ez mezin dibim Rêberê min. Helbet hêlên min ên qels û têrnekar hene. Tekane hêmane ku ji we bi rê ketim û bi wan kesayatiyên xwe re, ku pergalê di şexsê min de çêkirine, têbikoşim û qelsiyên xwe têk bibim. Rêberê min, yek ji mijara dî ya sereke ku li ser radiwestim ew e ku xwe dayina bin berpirsên şoreşgerî, li ser stûyê we hatiye hiştin.

Hemû rexneyên ku we li gerîla kirin, ez ê di jiyana xwe ya kurt a gerîlatiyê de ji xwe re bikim rêgeh û hemûyan tînim ser xwe, bi pratîka xwe ez ê hewl bidim rexnedayina vê bidim. Bi hêviya ku di demeke kurt de hûn ê ji zindana Imraliyê derkevin, li çiyan, li cem jinên ciwan bin ku niha şer dikir û ji we re nameyan dinivisin û vê carê meşa xwe ya azadiyê bi jinên çiyayî re bikin.

MÎNA ÇÛKEKÊ DIXWAZIM WERIM IMRALIYÊ Û WE BÎNIM ÇIYAN

Gerîlaya YJA  STAR'ê Azîme Delîl di nameya xwe de dibêje, ''Xeyaleke min heye Rêberê min, dixwazim rojekê mîna çûkekê werim Imraliyê, we li ser per û baskên xwe bikim û bînim çiyayên azad'' û dibêje, ew pê dizane ku vê bi têkoşînê dikare pêk bîne.

Di nameyê de bi berdewamî dibêje: ''Rêberê min, ez bi eslê xwe Çewlikî me. Di 18 saliya xwe de tevlî nav rêxitinê bûm. Hîç ji gund dernetim derve. Min hevalên gerîla jî cara pêşî li gund dîtin, helwesta wan, axaftina wan bandor li min kir û tevlê bûm û li dijî nêzîkatiyên li jinan ên li gund hêrsa min hebû. Niha difikirim, gelo yek bi yek min li gerîla nerî û wiha ketim ber bandora wan? Na. Ji ber ku ew ketim bin bandora gerîlayên ku we afirandî. Ez zaroka wê civakê me ku bi pêşengiya we ya îdeolojîk bûye xwedî nasname.

Rêberê min, emanet xeman nexwin. hHer ku diçe ez xwe bîrewer dikim, parastinên we dixwînim, dahurandinên we dişopînim. Ez gelek tiştan hîn dibim û didomînim. Xeyaleke min heye Rêberê min, dixwazim rojekê mînake çûkekê werim Imraliyê, we li per û baskên xwe bikim û we bînim çiyayên azad. Dizanim, gelek tişt hene ku divê werin nivîsandin, ez dizanim ku xeyala min bi zaroktî ye jî, lê ji bo vê pêk bînim ez ê xwe bi pêş bibim, xwe xurt bikim û heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikim.

'JI BO GENCÎNEYA GERDÛNÊ, RÊBER APO''

Gerîlaya YJA STAR'ê Denîz Sîpan jî di nameya xwe de dibêje, ''Ez dixwazim binivîsim lê nikarim. Ez dizanim tiştên ku nikarim binivisim di gencîneyekê de veşartî ne. Ew gencîne Rêbertî ye ku gihaştiye nîrvanê ye. Gihaştine Rêberî, gihaştina nîrvanê ye. Ez dixwazim her dem ji nêz ve hîs bikim û bibim parçeyek ji têkoşîna te, di utopyaya xeyala min de dema ku tu hebî, bêha azadiyê ji min difûre. Ji ber ku te hînî min kir bê ka ez kî me û divê çawa bijîm. Bi ramanên ku her roj tu wan nûjen dikî, dixwaizm berê jiyana xwe diyar bikim. Berê min didî elîfbaya azadiyê. Dixwazî ku ez bi ser gewherê xwe ve bibim. Ez hêza zinê, qîmetê wê yê rastî bi dirûv dikim.

Bi dirûşma 'hûn nikarin Roja me tarî bikin'' tarîtiya 15'ê Sibatê nalet dikim, xwe deyndarî wê dîrokê û wê rojê dibînim. Bi polîtîkayên qirêj hatiye xwestin ku bi komployê derbê li Rêbertiya me û gelê me bixin. Hewl dan ku me bê Rêbertî bihêlin, em bêyî wî bijîn, Ragirtina vê, weke her gerîlayê, weke her mirovê welatparêz ku dixwaze bibe hevrêyê rêber Apo, êşeke mezin a wijdanî dijîm.

Pêngava 'hûn nikarin Roja me tarî bikin'' a qedroyên PKK'ê îro bi rengekî guhartî didome. Hêzên emperyalîst vê dibînin lê şokeke mezin dijîn, lê pêvajoyeke kaotîk dijîn ku bi devbelaşî û lîstikên ser piyan dixwazin xwe ji vê xilas bikin. Em dibînin ku tê xwestin komplo were girankirî û li dijî vê em xwe xurt dikin, zane dikin. Dûxana agirê ku li çiyan, zindanan xwe kirine giloka ji êgir gihaştiye Imraliyê. Alava evîn û azadiyê mezin tê vêxistin û agirê ku rê vêxistin Rêber Apo germ dike.'''

'NERÎNA LI AWIRA ROJÊ'

Gerîlaya bi navê Evrîm Hakan jî di nameya xwe de dibêje, ''Dibêjin her xweşikiyek xwedî maneyekê de, xwedî cîhaneke maneyê ye. Helbet, mirov vê hîsê dikare ji wan kesan re bibêje ku vê fêhm bikin, xwedî wê hêzê ne ku dikare wateyê bide û bi dil wê dijî. Dixwazin li awira Rojê bifericim.. Û vê hîsa xwe tenê dikarim ji Rojê re bibêjim. Ji bo vê bijîm jî, dixwazim ber pê ve bibezim, hemû xweşikiyên ku wî anîne hembêz bikm û her wiha divê were zanîn ku heta dawiyê bi awayî pratîk her cure peywira dijwar jî bikim.

'PIR DIXWAZIM QONAXA AFIRANDINÊN ME YÊN NIHA BIBÎNE'

Gerîlaya YJA STAR'ê didomîne, '' Dema ku komploya navnetewî çêbûyî ez hê di zikê diya xwe de bûme lê min dixwest ku beriya niha bihatama jiyanê û Rêber Apo nas bikira, li qada wî bimama.

Vegotina Rêber Apo an jî wêrekiya vê vegotinê jî bi serê xwe şoreşek e. Ji bo ku xwe bigihinimê gava xwe li gor wê davejim, carinan biçûk carinan mezin lê bi îstîkrar hewl didim ku bigihimê. Armanca ew e bêyî ku bilikumim bimeşim û bibezim. Û di vê rêyê de divê hîç mehkûmî êşan nebim. Ji ber ku Rêber Apo ji me dixwaze li bara êşan xwedî helwesteke xurt bin ne ku mehkûmî wan bibin, ez hay ji vê heem. Niha, di vê zivistana dijwar de, li dijî vê roja reş  de wî di rojeke tavik de xeyal dikim, dixwazim lê binerim û bibim mêvanê dilê wî. Ez dixwazim ku li cem me be, li çiyayên azad  bikevim nav dil û ramanên wî yên mzin.

Gerîlaya bi navê Bêrîtan Jiyan di nameya xwe ya bi navê ''Azadî pir nêz e'' dibêje, ''Ez di rojeke wiha de me ku ji hêla dîrokê ve bêqidoş e. Di rojeke wiha de me ku hêstirê sirûşta çavê dilê min nasekinin. Ev hêstirên tozgirî yên ku ji çavên mezin ên bi mij ên sirûştê diniqutin ne tenê yên xemgîniyê ne. Sirûşta min hêstirên çavan li naletê dibarînin. Dixwaze xwe pak bike ji hemû zingariyan.

Rojeke wiha ye ku hêviya miroviyê hatiye tecrîdkirin, îxanet bûye ya cîhanê, berxwedan gerdûnî bûye, ji bo Kurdan Roja Reş e. Ev roj hem wê ji hêla ti Kurdistaniyekî ve neyê jibîrkirin û hem jî ji hêla banga azadiyê ve, roja vexwendinê ya li nav eniyên berxwedanê ye. Azadî pir nêz e.''

'EM DIXWAZIN SEROK LI AMEDÊ BIBÎNIN'

Gerîlaya YJA STAR'ê Zîn Amed jî di nameya xwe de dibêje, ''Bêyî Rêbertî ti tehemmûla me li jiyanê nemaye. Divê cîhan hay ji vê hebe. Êdî em dixwazin ku em bibînin Rêber Apo ji Amedê bang li gel dike. Xwezî sirûşt bêdeng bima û hûn biaxiviyana Serokê min''

'JI ÇIYAYÊN MIN ÊN KU BÊHNA ROJÊ JÊ TÊ'

Gerîlaya bi navê Sarîna Agir a ji Yekîneya Şehîd Çekdar jî di nameya xwe de dibêje, ''Ew xweşiktirîn ên çalakiyê bûn. Bi rengê  ku bi êgir re govendê bigerînni, bi her zimanî, her rengî, xwestin ku Roja Reş 15'ê Sibatê di nav şevê de bifetisînin, ramanên gemarî yên rûtarî, xwestin ku te tine bikin û me jî di dîrokekê de ya bêyî de veşêrin. Dîroka dîsa dibe 15'ê Sibatê. Ji çiyayên min ên ku bêhna Rojê jê tê, jiyan dicoşe, diherike, hez ike û par ve dike. Em naxwazin êdî 15'ê Rojê weke roja reş bi bîr bînin, em dixwazin hemû neqenciyên wê, dirûtiyên wê tine bkin û wê rojê, wê roj bihile.''