Ji Fukushîma her roj 300 ton radyoaktîf derbasî behrê dibe

Ji Fukushîma her roj 300 ton radyoaktîf derbasî behrê dibe

Hikûmeta Japonyayê da zanîn ku her roj ji Santrla Nukleerê ya Fukushîma 300 ton radyoaktîve belavî behrê bûye. Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe, da zanîn ku ji bo pêşî li vê bigirin dê tedbîrên nû bigirin.

Di sala 2011’an de li Japonyayê di encama erdhêja pêk hat de teaktorên Santrala Nukleerê ya Fukushîma zirarên cidî dîtibû. Rayedran ji bo paqijiya santralê tedbîr girt. Tê payîn ku kar û barên paqijiya santrolê dê di 40 salên pêş de bê paqijkirin.

Rayedarekî ji wezareta Sanayiyê, diyar kir ku meha kanûnê het aniha ji bo ev belavbûn bigihêje 60 tonî xebatan dimeşîne. Her wiha hat gotin ku ev du sale ev belavbûna li avê didome.

Tepco jî ji bo pêşî li vê bigire planên tedbîran dike û rojnameya Japon a Asahî jî got santrala nuklerê ya di bin avê de gihiştine asta  herî bilind û got jibo avê bigirin bariyeran înşa dikin.