Ji Freîbûrgê bang li PDK'ê hat kirin: Bes xiyanetê bike!

Êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Şengalê, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Girseya gel bi vê armancê li ber avahiya Şaredariya Freîbûrgê li hev civiya û li ser navê girseyê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di demekê de ku ji her alî ve êrîş li Kurdan tê kirin, ev êrîşên PDK'ê nayên qebûlkirin û wiha hat gotin:

"PDK, ku di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de gelê Şengalê bi tenê hişt û bi qemyonetan reviya, îro êrîşî YBŞ'ê dike, ku YBŞ hewl dide gelê xwe biparêze. Yên ku gel di nava lepên barbarên DAIŞ'ê de hiştin, ji bo xwîna birayên xwe birijînin îro careke din dest bi êrîşê kirine. Ev hewldana xiyanetê ku wê li pêşberî dîrokê ti carî neyê jibîrkirin, ne ya qebûlkirinê ye. Em bang li PDK'ê dikin ku dest ji vê tifaqa xwe ya qirêj a bi AKP'ê re bîne û li dijî dijminê Kurdan şer bike."