Ji FEDA’yê li hember plana kampa li Mereşê bertek

Ji Desteya Rêveberiya FEDA’yê Deprem, li hember plana avakirina kampa li Mereşê bertek nişan da.

Ji Desteya Rêveberiya FEDA’yê Deprem, li hember plana avakirina kampa li Mereşê bertek nişan da û wiha got: “Kampên AFAD’ê bi dehan caran di çapemeniyê de hatin nişandan ku ji bo komên çeteyên mîna DAÎŞ û El Nûsra weke cihê perwerdê û rêxistinkirinê ne.”

Ji Desteya Rêveberiya Dîwana Pîran a Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) Mûstefa Deprem têkildarî “Kampa koçberan” ya tê pilankirin ku li Mereşê ava bikin û tê payîn ku ji bo rêxistinkirina çeteyên DAÎŞ’ê bê bikaranîn daxuyaniyek da.

Deprem da xuyakirin ku Elewiyên Mereşê, birînên qetlîamên xwe yên ji sala 1978’an hê jî nepêçane û wiha anî ziman: “Mexdûrên qetlîaman hê jî goristanên windahiyên xwe nedîtine, dewlet di salvegera daxwaza bîranînên demokratîk de bi dijwarî zextan didin meşandin, pêkanînek bi vî awayî ne niyetek baş e.”

 ‘EV NÊZÎKATIYEKE BI ZANEBÛN E’

Deprem wiha axivî: “Hesasiyeta herêmê negirtina ber çavan ku hê jî bandora qetlîama sala 1978’an ya li ser Elewiyan zêde ye, bi şêwazekî henekê xwe kirinê di bin navê ‘Kampa Koçberan’ de dixwazin demografiya herêmê vegûherin û ev bi armanca helandinê ne. Ev pêkanîn nayên pejirandin. Kampên AFAD’ê bi dehan caran di çapemeniyê de hatin nişandan ku ji bo komên çeteyên mîna DAÎŞ û El Nûsra weke cihê perwedê û rêxistinkirinê ne. Derbarê vê kampê de jî fikarên me yên bi vî awayî zêde ne. Komên cihadîst, hem li Sûriye hem jî li Tirkiyeyê, mirovên herêmê bi taybet Kurd û nasnameya Elewiyan dike hedef. Hilbijartina dewetê ya vê herêmê nêzîkatiyeke bi zanebûn.”