Ji FEDA, Hewldana Mereşê, KCDK-E ji bo Berkpinar peyama sersaxiyê

FEDA'yê li ser wefata siyasetmedarê Kurd Ekrem Berkpinar daxuyaniyek da û got, "Canê me Ekrem ku 38 sal in li sirgûnê bû, di emrê ciwantî de bi rengekî fîzîkî ji nava me çû."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Hewldana Mereşê û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser wefata siyasetmedarê Kurd Ekrem Berkpinar daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya FEDA û Hewldana Mereşê de hate ragihandin ku Berkpinar ê 25'ê Sibata 2018'an jiyana xwe ji dest da, emrê xwe, ciwantiya xwe da têkoşîna azadiyê ya gelan û nêzî 10 salan xizmet ji Tevger Elewiyan a Kurdistanê re kir. Hat bibîrxistin ku Berkpinar yek ji damezrînerên Federasyona Elewiyan a Demokratîk bû, di Med TV de bernamevan bû û ji ber wefata wî ew gelekî xemgîn in.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ekrem Berkpinar 30 salan xizmet ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re kir. Di Med TV de bernamevanî kir. Li zindanê Elman ma. Cezayê pereyan lê hate birîn. Lê ew ti carî ji têkoşîna xwe ya rastiyê venegeriya û heta ji dest hat xizmeta xwe ya ji bo têkoşînê dewam kir. Ew, ajîtatorê wêrek ê meşan bû. Mamosteyê rêxistinkirina mirovan bû. Xwedî tecrûbe û bi ezmûn bû. Beriya her tiştî dilsozê têkoşînê bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ekrem Berkpinar ê 38 salan li sirgûnê bû, ji aliyê fîzîkî ve di emrê ciwantî de ji nava wan veqetiya û hate gotin, "Eger bimire, beden dimire. Can namire."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê ti carî têkoşîn û keda Berkpinar ji bîr nekin û ji dayika wî, xwişk û birayên wî, malbata û xizmên wî û ji hemû gelan re sersaxî hate xwestin.

KCKD-E: EM Ê TÊKOŞÎNA WÎ BIDOMÎNIN

KCDK-E jî bi bîr xist ku Ekrem Berkpinar ê ku demeke dirêj ji bo têkoşîna azadiyê xebitî, ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da û bal hate kişandin ser ked û têkoşîna wî:

"Bi salan di nava têkoşîna azadiyê de bi erk û berpirsyariyên cuda rabû. Di nava karên Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê, PKDW, KNK, bernameyên TV ên li ser Elewiyan ji dil û can xebitî.

Bila serê malbata Berkpinar, hemû welatparêzan û gelê me sax be. Em ê têkoşîna wî bê rawestan û bi biryar bidomînin."