Ji ESP’ê bo Kobanê banga berxwedana giştî
Ji ESP’ê bo Kobanê banga berxwedana giştî
Ji ESP’ê bo Kobanê banga berxwedana giştî
Navenda Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bang li hemû bindestan kir ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin.
ESP’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li dijî hovîtiya mirovahiyê berxwedana li Kobanê berdewam dike û got: “Di vê asta krîtîk de em bang li hemû gelê Kurd û Tirkiyeyê dikin ku bi ruhê Kobanê dakevin kolanan."
ESP’ê da zanîn ku divê ambargoya li ser Kobanê rabe û ji bo berxwedanê korîdora alîkariyê bê vekirin û statuya Rojava bê nasîn.
ESP’ê bang kir roj roja mezinkirina bexwedana Kobanê ye û got: “Roj roja hesabpirsîna ji çeteyên DAIŞ’ê ye. Roj roja hesabpirsîna ji alîgirên DAIŞ’ê ye. Roj roja li dijî AKP’ê serî hildanê ye.”
Her wiha hate diyarkirin ku divê her kesên li her aliyên Tirkiye û Kurdistanê ji bo azadî û rûmeta xwe xwedî li berxwedana Kobanê derkevin, divê hemû jin mêr, doktor û hemşîre biçin sînorê Kobanê.