Ji Erdogan bo BDP’ê tehdîd
Ji Erdogan bo BDP’ê tehdîd
Ji Erdogan bo BDP’ê tehdîd
Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan di derketina nimêja înê de BDP tehdîd kir. Erdogan der barê gotinên hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş de axivî û got: “Ger peyamên wan yên bi vî rengî wisa bidome, ev dê navbera Wezareta Dadê ve bike û ev hevdîtin wisa dê têk biçin.”
Erdogan di derketina Mizgefta Mîmar Sînan ya Ataşehîrê de pirsên rojnamegeran bersivand û der barê axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî got şîrove kirin ne raste.
Erdogan got der barê hevdîtina heyeta BDP’ê ya bi Ocalan re agahiyek zelal ji wî re nehatiye û got der barê mijarê de ne raste ku şîroveyê bike.
Erdogan got hevserokê BDP’ê Demîrtaş di civîna çapemeniyê ya li Amedê pêk aniye de gotiye pakêta AKP’ê valaye û gotibû; Eleqeya wê bi pakêtê tune, li Rojhilata Navîn diyalog tune. Hikûmetê bi awayekî fîlî pêvajo qedandiye.
Rojek berê jî cigirê serokê giştî yê AKP’ê Beşîr Atalay bi gotinên xwe Demîrtaş û BDP hedef girtibû.