Ji endamên Ciwanên Azad li Londonê çalakiya protestoyî

Li paytexta Îngilîstan Londonê, endamên ciwanên azad, êrîş û dijberiya hikûmeta Elman a li hemberî Kurdan, li ber Sefaretxaneyên Bilind ên Elmanya û Tirkiyeyê şermezar kirin.

Li paytexta Îngilîstan Londonê, endamên ciwanên azad, êrîş û dijberiya hikûmeta Elman a li hemberî Kurdan, li ber Sefaretxaneyên Bilind ên Elmanya û Tirkiyeyê şermezar kirin.

Ciwanan dirûşmên "Dewleta Elman a faşîst, polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirinê biqedîne", "Kurd aştiyê dixwazin, Kurd edaletê dixwazin" qîriyan û belavok belav kirin.

Ciwanan, girtina bi dehan siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê protesto kirin û pankarta bi nivîsa "Ji siyasetmedarên Kurd re azadî" vekirin.

Ciwanan dosyayek li ser polîtîkayên krîmînalîzekirina siyasetmedarên Kurd radestî rayedarên Sefaretxaneya Bilind a Elmanyayê kirin. Piştre berê xwe dan avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezarkirin.

...