Ji Elewî û Êzidiyan banga tevlîbûna meşa Dusseldorfê

Ji Elewî û Êzidiyan banga tevlîbûna meşa Dusseldorfê

Konferderasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê (AABK) û Federasyona Komelên Êzidî (FKÊ) bang li her kesî kirin ku tevlî meşa bi dirûşima “Ji Şengalê heta Kobanê” ku wê roja 11’ê cotmehê li bajarê Elmanya Dusseldorfê bê lidarxistin kir.

Meşa li Dusseldorfê wê roja 11’ê cotmehê, wê bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) li bajarê Elmanya Dusseldorfê meşek bê lidarxistin. Meş ji aliyê bi dehan sazî û rêxistinan ve tê destekkirin. Federasyonên Êzidî û Elewiyan bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kirin.

AABK’ê di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Ji bo Elewiyan îro Kerbela Kobanê ye” de û bal kişand ku hewldanên komkujiyê yên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê ji aliyê hêzên emperyalîst û Tirkiyeyê ve tê destekkirin.”

Di daxuyaniyê de  hat gotin ku gelên Tirkmen, Asurî, Keldanî, Elewî, Şiî, Kurd, Xrîstiyan û Ereb bi komkujiyên DAIŞa dijminê mirovahiyê ve tê destekkirin, rû bi rû ne. Konfederasyona Elewiyan diyar kir ku ew weke Elewî piştgiriyê didin vê têkoşîna gelan.

Konferderasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê (AABK) di daxuyaniya xwe de bang li hemû gelê Elewî kir û bi awayeke xurt tevlî meşa ku wê 11’ê cotmehê li bajarê Dusseldorfê bi dirûşima “Ji Şengalê heta Kobanê” bê lidarxistin, bibin.

FKÊ: DIVÊ ÊZIDÎ BI AWAYEKE XURT TEVIL BIBIN

Federasyona Komelên Êzidiyan (FKÊ) jî bi daxuyaniyekê bang li hemû Kurdên Êzidî kir ku bi awayeke xurt tevlî meşa li Dusseldorfê bibin. FKÊ bal kişand ku divê Kurdên Êzidî bi awayeke li dijî komkujiyan derbikeve û got:

“Divê gelê me li her derê rabe ser piyan. Divê hêzên navneteweyî yên peywendîdar bi awayeke xurttir mudaxele bikin. Li Şengalê 10 hezar kes bûn hedefa DAIŞ’ê. Dibe komkujiyeke din jî pêk were. Her kes rewşa Kobanê bi aşkereyî dibîne. Em bang li hemû sazî, aliyên demokratîk û hêzên xwedî bandor dikin ku ji bo Şengal û Kobanê bikevin nava tevgerê. Kî li hemberî van êrîşan bê deng bimîne, ew hevkarê van komkujiyan e.."