Ji dozgeriyê derbarê berdana girtiyê nexweş de biryara skandal

Ji dozgeriyê derbarê berdana girtiyê nexweş de biryara skandal

Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ku der barê girtiyê nexweş Ramazan Ozalp ku Saziya Tipa Edlî biryar da ku ‘li girtîgehê bi tena serê xwe nekare jiyana xwe bidomîne’ da, de îmze avêt biryara skandal û got: “Ev kes bi xwe ji bo civakê xetereyê teşkîl nake lê; ger ku bê berdan dibe ku bêhizuriyê derxe û wek amûreke propagandayê bê bikaranîn.

Li ÎHD’ Amedê ji bo rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de di daxuyaniyê biryara skandal ya dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê derbarê biryara tahliyekirina girtiyê nexweş Ramazan Ozalp de daye derket holê.

Ramazan Ozalp yê bavê 7 zarokan di 1993’an de ha binçavkirin û rastî cezayê muebetê hat. Di mêjiyê Ozalp de tumor heye û  li erdê ye. Saziya Tipa Edlî der barê rewşa wî de rapor ku nekare hewcedariyên xwe yên jiyanî bi tena serê xwe pêk bîne da û ji bo tahliyetkirina Ozalp serî li dozgeriya Komarê ya Bakirkoy da.  Lê dozgeriyê der barê ku ev kes di warê civakê de bi xetere an na, ji Şaxa Midûriyeta Polîsan a Têkoşîna bi Terorê re muzekere nivîsî.

XETERE NÎNE LÊ DİBE U WEK AMÛRA PROPAGANDAYÊ BÊBIKARANÎN

Dozgeriyê di biryara xwe de wiha got: “Ev kes di warê civakê de  xetereyê teşkîl nake, lê ger ku biçe gundê Dîrseklî an jî navçeya Îdîlê dibe ku ji aliyê hinek kesan ve wek amûra propagandayê bê bikaranîn. Ji ber vê jî dibe ku di nava civakê bêhizurî çêbibe û rê li ber gengeşî û fikaran vebibe.

BIRYAREK SKANDAL E

Serokê ÎHD’ê Racî Bîlîcî ev biryar nirxand û da zanîn ku ev skandaleke mezine û got qanûna sala borî bo girtiyan hatiye derxistin, careke din nîşan daye ku çiqas kêmasiyên wê hene.

Bîlîcî wiha got:  “Mekanîzmayê edeletê li dijî nexweşan ne hiqûqî, îdeolojîk tevdigere. Niha hun dibînin. Saziya Tipa Edlî rapor daye ku ev kes nekare bi tena serê xwe bijî. Lê dozgerî dibêje çi? Ev skandaleke mezin e. Dozgeriyê îmze avêtiye skandaleke mezin.

Bilîcî da zanîn ku divê demildest Ozalp bê berdan.