Ji doza KCK’ê ya Kanîreşê girtî neman
Ji doza KCK’ê ya Kanîreşê girtî neman
Ji doza KCK’ê ya Kanîreşê girtî neman
Li navçeya Kanîreş a Çewlikê, darizandina 5 jê girtî 41 kesên di operasyona "KCK"ê de hatin girtin, li 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kesên di dozê de dihatin darizandin parêzerên wan û gelek kes di danişînê de amade bûn.
Kesên dihatin darizandin bi sûcdariya ku ji mirina sercerdevan Haci Alan yê di 29’ê Tîrmeha 2011’an de li Kanîreşê hate kuştin, berpirs hat dîtin. Kesên dihatin darizandin sûcdariyên li wan hate kirin redkirin û piştî parastinên xwe heyeta dadgehê navber da danişînê û piştre biryara tahliyeya Şemsettîn Ozen, Nevzat Azad, Ekrem Genç, Lutfî Karabag û Îdrîs Karabag da.
Îdrîs Karabag ji ber ku di dozeke din de dihat darizandin nehat berdan.