Ji doktorên Kurd ên li Awûstûryayê alîkariya ji bo Rojava

Ji doktorên Kurd ên li Awûstûryayê alîkariya ji bo Rojava

Doktorên Kurd ên li Awûstûryayê di çarçoveya kampanyaya alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, alavên tenduristiyê û derman şandin Rojava.

Li Awûstûryayê kampanyaya alîkariya ji bo Rojava ku ji aliyê komek doktoran ve hatiye destpêkirin, didome.

Di çarçoveya kampanyayê de beşek din a alîkariyan hate şandin. Alîkariyên ku ji alavên tenduristiyê û dermanan pêk tê, ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin.

Meclîsa Tenduristî ya Rojavayê Kurdistanê spasiya her kesekî ku beşdarî vê kampanyayê bûye, kir.

Hate gotin ku di çarçoveya kampanyayê de heta niha zêdetirî 7 ton amûrên tenduristiyê û derman hatine şandin.