Ji DOKH’ê banga 25’ê Mijdarê
Ji DOKH’ê banga 25’ê Mijdarê
Ji DOKH’ê banga 25’ê Mijdarê
DOKH di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê wê li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê be. Jinên DOKH’î diyar kirin ku azadiya Kobanê azadiya jinan e û gotin şervanên YPJ’ê ji bo tundiya li dijî hemû jinên cîhanê têdikoşin û bang li hemû jinên cîhanê kir ku tevlî çalakiyê bibin.
DOKH di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi şîara ‘Ji xwişkên Mîrabel, heta Sakîneyan li Kobanê em Arîn in, li dijî sînor em Kader in’ gelek çalakiyan pêk tîne. Jinên DOKH’î dan zanîn ku ji bo tevlî çalakiya sînor bibin û berxwedana şervanên YPJ’ê silav bikin wê biçin xeta sînor û azadiya Kobanê azadiya jinê ye.
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya BozovaFatma Dogan axivî û diyar kir ku li Rojava şîdeta li ser jinê gihiştiye asta herî jor û wiha got: “Li dijî şîdeta li hemberî jinê bi berxwedana YPJ’ê re şoreşa Rojava pêk hatiye. DAIŞ di bi navê olê de şîdetê pêk tîne û şervanên YPG-YPJ’ê jî li dijî vê şîdetê têdikoşin. Em jin li Kobanê di nava piştevaniyê de ne. Em şîdeta li ser jinê, zilma li ser jinê şermezar dikin.Em ê ji bo silavkirina berxwedana jinê biçin sînor.
DIVÊ HEMÛ JINÊN CÎHANÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN
Dogan diyar kir ku YPJ’ê bi têkoşîna ku li dijî şîdetê daye, xwe li hemû cîhanê daye nasîn û got: “YPJ’ê bi şoreşekê xwe daniye holê. Divê hemû jinên cîhanê wê rojê li sînor bin. Divê li dijî vê zilma li Rojhilata Navîn tê jiyîn bêdeng nemînin."
BERXWEDANA JINÊ BI YPJ’Ê GIHIŞT ASTA HERÎ JOR
Xebatkara Piştevaniya Mala Jinê ya Rihayê Fatma Kurtgozu da zanîn ku navê jinê heye lê jin wek çîna duyem tê dîtin û li Rojhilata Navîn cara yekem bi berxwedana jinên Kurd hatiye nîşandan ku hemû jinên cîhanê dikarin şer bikin. Kurtgozu diyar kir ku berxwedana jinê ya li Kobanê bi YPJ’ê re gihiştiye asta herî jor.
EM Ê WAN BIBÎR BÎNIN
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Gulay Koca Ozturk jî got ku çeteyên DAIŞ’ê jinê tune dihesibînin û li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke bêhempa tê meşandin û got: “Di vê berxwedanê de gelek jinan bi canê xwe berdêl dan. Ji ber vê divê em di 25’ê Mijdarê de dest bidin hev û li sînorê Kobanê dengê xwe bidin bihîstin. Em ê li sînor jinên ku bedena xwe feda kirine bibîr bînin.
Endama Meclîsa Şaredariyê ya Rihayê Sevînç Îzol jî got ku şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye, êrîşa li dijî Kobanê li dijî jinê ye û divê xwedî li vê şoreşê bê derketin.
EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN
Xebatkara Çand û Hunerê ya Amarayê Havva Altug jî got ku li Şengal û Kobanê jin ji berxwedanê re pêşengiyê dikin û ew ji bo piştevaniya jinan wê li sînor bin.