Ji Dogan ê HDP'yî ji bo Cûmhûriyetê daxuyaniyeke weke tekzîbê
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan têkildarî nûçeya Cûmhûriyetê ya têkildarî wî gotibû: “Wezîrtî bihîst mezheba xwe ji bîr kir” daxuyaniyeke mîna tekzîbê da.
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan têkildarî nûçeya Cûmhûriyetê ya têkildarî wî gotibû: “Wezîrtî bihîst mezheba xwe ji bîr kir” daxuyaniyeke mîna tekzîbê da.
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, têkildarî nûçeya Cûmhûriyetê ya îro têkildarî wî gotibû: “Wezîrtî bihîst mezheba xwe ji bîr kir” daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dogan, diyar kir ku civîna wê li Meclîsê pêk anîba ne têkildarî merasîmên cenazeyên leşkerên Elewî yên di rojnameyê de bûye mijar e, têkildarî rêxistinbûna ocaxên Elewiyan a li ser esasê Weqfan bû û ev daxuyanî ji ber rojeva şert û mercên şer ên li Tirkiyeyê taloqî hefteyeke din kiriye.
Dogan di daxuyaniya xwe de got ku taloqkirina ji kesekî veneşartine û sedema wê aşkera vedibêjin, di rojnameya Cûmhûriyetê de bi serenavên ‘Wezîrtî bihîst mezheba xwe ji bîr kir’ û ‘Dogan bû wezîr Elewîtî taloq kir’ ji xwendevanan re hatiye pêşkêşkirin. Dogan anî ziman ku têkildarî mijarê pêwîstî bi daxuyaniyê dîtiye.
Dogan di daxuyaniya xwe de got ku HDP ji bo pêvajoya bi pevçûn bi dawî bibe û ewlekariya hilbijartinê pêk bê biryar girtiye di hikûmeta hilbijartinê de cih bigire û wiha dewam kir: "Em vê biryara xwe ji mafekî destûra bingehîn wêdetir wek berpirsyartiyeke civakî dinirxînin. Teklîfa wezîrtiyê ya ji bo min hatiye kirin jî li ser esasê vê biryara partiya me hatiye qebûlkirin… Rojnameya Cûmhûriyetê ku serenavên wiha bi kar tîne nayê qebûlkirin.”