Ji DHF û HDP'ê tifaqa hilbijartinê

Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew ê di 7'ê Hezîranê de tifaqê bikin.

DHF û HDP'ê ragihandin ku ew ê di 7'ê Hezîranê de tifaqa hilbijartinê bikin.

Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew ê di 7'ê Hezîranê de tifaqê bikin.

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku ew ê bi mafdariya xwe ya dîrokî re benda hilbijartinê ya derdorên paşverû li hemberî hêzên şoreşger û pêşverû ferz dikin parçe bikin û li hemberî êrîşên berfireh ên li dijî gelan, bibin bend û hat gotin, "Em careke din radigihînin ku em ê hem di pêvajoya hilbijartinê hem jî piştî hilbijartinê de, li dijî paşverûtiyê bi hev re tevbigerin."

Di daxuyaniya hevpar a HDP û DHF'ê de hat destnîşankirin ku wan biryar dane bi hevkarî tevlî hilbijartinên giştî yên 2015'an bibin û hat gotin, "Têkoşîna ku li hemû qadên jiyanê yên erdnîgariya me bênavber dewam dike, mîna her demê di roja îro de jî wezîfeyên girîng dide me."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên, jin, ciwan, aborî, xweza, karker, kedkar û zextên sîstemê yên li ser tevahiya civakê û hat ragihandin ku CHP û MHP dixwazin rêya qetlîamkar, asîmîlasyon û înkarê ya klasîk dewam bikin, AKP jî li aliyekî feraseta yek al, yek netewe, yek bawerî, yek zayend, yek ziman dewam dike, li aliyê din jî kesayeteke teslîmkar diafirîne û têkoşîna karker, kedkar, Kurd, Elewî, jin û derdorên din ên civakê bi qaşo hin komxebatan û vebûnên sexte re hewl dide qels bike.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Yekane projeya partiyên paşverû yên AKP-CHP-MHP li ser gelên me ferz dikin, teslîmkarî, bêrûmetî, tinebûn, înkar û asîmîlasyon e.

HDP û DHF'ê di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kirin ku ev partiyên paşverû dixwazin bi hiştina li derve ya tevgera Kurd, derdorên çep, sosyalîst, karker, kedkar û bindestan re, qada xwe ya berfireh bikin û anî ziman ku parlament jî parçeyek ji qada têkoşîna wan e.

'EM Ê BENDA HILBIJARTINÊ BI MAFDARIYA XWE YA DÎROKÎ RE HILWEŞÎNIN'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser benda hilbijartinê û hat gotin, "Em ê benda hilbijartinê ya ku hêzên paşverû li ser derdorên pêşverû û şoreşger ferz dikin, bi hêza xwe ya ji mafdariya dîrokî re parçe bikin. Li hemberî her şêwe êrîşên berfireh ên li hemberî gelên me em ê bibin bend. Em careke din radigihînin ku hem di pêvajoya hilbijartinê de hem jî piştî hilbijartinê, li dijî paşverûtiyê em ê bi hev re tevbigerin.

Bi hilweşandina benda hilbijartinê re çûyîna parlamentê ya Partiya Demokratîk a Gelan, wê hêzê tevlî têkoşîna gelên me bike û serdestan qels bike.

Em bang li hemû xebatkar, alîgir û dostên xwe dikin ku hemû qadên têkoşînê li gorî qewimînên rojane û pêvajoya hilbijartinê, birêxistin bikin û bi hevkarî tevbigerin."