DEM-KURD’ê li hember têkildarî mijara li Swîsre mîna têkiliya koma bi navê "Sondame" bi ciwanên Kurd re heye tê nîşandan, nerazîbûn nîşan da û diyar kir Ciwanên Kurd ên li Swîsre beşa ku herî kêm tevlî sûcên krîmînal bûye.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre (DEM-KURD), têkildarî xwepêşandana koma li Zurîh a xwe wek “Sondame” dide nasîn û piraniya wan ji Elmanyayê hatine ku li Langstrasse xwepêşandan li dar xistin, û ev xwepêşandan mîna “çalakiya ciwanên Kurd e” nûçe hatin weşandin daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di serî de 20 Minute di gelek rojnameyên Elmanyayê de, nûçeyên ku tê gotin, koma bi navê 'Sondame' li Zurîhê meş li dar xistiye û tehdîd dane.Weke li gelek welatên cîhanê, di nav ciwanan de rêxistinên çete hene û di nûçeyan de ji van çeteyan re li şûna ‘nasnameya neteweyî’, navên ku van çeteyan li xwe kirine tên bikaranîn. Lê di nûçeya mijara gotinê de, ku wek, ‘ciwanên Kurd’ hatiye nîşandan, di nav civaka Kurd, nûnerên saziyên Kurd, derdorên Swîsreyî û Ewropayî yên berxwedana gelê Kurd a li hember çeteyên DAIŞ destek dike, bûye sedema xemgîniyê.”
Bi taybet navê gelê ku di demên dawî de bi têkoşîna xwe ya li hember çeteyên dijminê mirovatiyê piştgirî û teqdîra mirovatiyê dîtiye ku li rex vê hatiye nîşandan, bi zanebûn e.
'CIWANÊN KURD BEŞA KU HERÎ KÊM TEVLÎ SÛCÊ KRÎMÎNAL BÛYE'
DEM-KURD wiha dewam kir: "Rêxistina sîwan a komeleyên Kurd ên legal ên Swîsre DEM-KURD, vê helwesta çapemeniyê bi xemgînî pêşwazî dike. Em gelê Kurd di zemîna legal û meşrû de diparêzin û wek civak em di nav van sînoran de dimînin. Li hember kesên ji civaka Kurd û aliyên ji derveyî vê jî xwedî sekneke bê tawîz in. Eger heta îro ciwanên Kurd, beşa ku herî kêm tevlî sûcê krîmînal bûye encameke vê helwesta me ye. Ji niha û pê ve jî ji bo navê ciwanên Kurd bi çeteyên krîmînal re nayê rex hev, em ê bi hemû hêza xwe bixebitin, em ê xwedî li ciwanên me yên zerarê didin têkoşîna me ya meşrû jî derkevin û rêya rast nîşanî wan bidin.”
DEM-KURD, ji navgînên çapemeniyê yên mijara gotinê ne, xwest daxuyaniya wan biweşîne û zimanekî hê bi dîqet bi kar bînin.