Ji dayikên Aştiyê bo Emîne Erdogan û dayikên tirk bang
Ji dayikên Aştiyê bo Emîne Erdogan û dayikên tirk bang
Ji dayikên Aştiyê bo Emîne Erdogan û dayikên tirk bang
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev, xwest hikûmet pêngavên şênber bavêje. Însiyatîfê bang li Emîne Erdogan û dayikên tirk kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Li ser navê însiyatîfê Cemîle Akgun daxuyanî da û got divê ji bo pirsgirêkên tenduristiya Ocalan heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê.
Akgund di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê sozên ku hikûmetê der barê pêşveçûna pêvajoyê daye de bîne cih û got helwesta dij-demokratîk a hikûmetê fikaran zêde dike.
Akgun wiha got: “Di berxwedana Gezî û protestokirina qerekola li Licê de 6 ciwan hatin qetilkirin. Bi hezaran kes birîndar bûn. Helwesta hikûmetê ya der barê çêkirina qerekol û der barê şoreşa Rojava de bêbawerî zêde kir. Ev pêkanînên dij-demokratîk zirarê didin pêvajoyê.
Akgund da zanîn ku biryara girtina ROJ TV, NUÇE TV û MMC TV ji têkiliyên navnetewî diqewime û wiha got: “Ji bo ku Ocalan vê pêvajoyê bi awayekî baştir bimeşîne divê şert û mercên wî bên başkirin û heyeteke doktoran a serbixwe bişînin Îmraliyê. Her wiha ji bo pêvajo baş bimeşe em bang li saziyên çapemeniyê, rewşenbîr, nivîskar û aqilmendan dikin."
Akgund bang li dayikên tirk jî kir û got: “Ji bo ku zarokên me nemirin divê dest ji hewldanên provakatîf bê berdan. Roleke mezin dikeve ser milê Emîne Erdogan û dayikên tirk. Em vê gelek girîng dibînin. Em dixwazin birêz Emîn Erdogan jî ligel me cih bigire."