Ji Davûtoglû gefa Serêkaniyê
Ji Davûtoglû gefa Serêkaniyê
Ji Davûtoglû gefa Serêkaniyê
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû, piştî ku YPG'ê komên El Qaîdeyê ji Serêkaniyê derxist û kontrol xist destê xwe, gef xwar û got, "Hewldanên avakirina rewşeke de facto, wê encamên neyênî bi xwe re bînin."
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû, di civîna çapemeniyê ya Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê de bersiv da pirsan û bûyerên li sînorê Sûriyeyê diqewimin, nirxand. Davûtoglû gef xwar û got, "Hewldanên avakirina rewşeke de facko, wê vê rewşa şikestî hîn mezintir bike û bibe sedem ku hîn bêhtir encamên neyênî derkeve holê."
Davûtoglû, Eniya El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê ku Tirkiye piştgiriyê dide û êrîşî Serêkaniyê kir, ji nedîtî ve hat îdîa kir ku pevçûn "lîstika rejîmê ye." Davûtoglû got, "Bêguman dibe ku rejîm Kurdan bi Ereban, Ereban bi Tirkmenan bide kuştin, taktîkên bi vî rengî bide meşandin."
Davûtoglû nav neanî ziman, lê ev gef li Kurdan xwar: "Divê tu kes nekeve nava hewldanên 'min ferman da û bi cih anî' û neyê lîstikan. Ev rewş, dest ji naskirina wê berde, wê rê li ber dijwarbûna şer veke. Li nava Sûriyeyê, rewşeke de facto ya li ser bingeha etnîk an mezhebî nabe bê qebûlkirin, wê rê li ber krîzên mezintir veke."
Davûtoglû, der heqê ewlekirina mafên Kurdan de bi israr got, "Divê li benda parlamenta Sûriyeyê bimîne."