Ji ciwanên Rojava bo Ocalan piştgirî

Ji ciwanên Rojava bo Ocalan piştgirî

Li Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger piştgiriya xwe ya bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re nîşan dan, her wiha ciwanan êrîşên rêjîma Sûriyê ya li ser taxa Şêxmeqsud şermezar kir.

Li Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi armanca piştgiriya pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hate destnîşankirin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêvajoya Ocalan riya çareseriya pirsgirêkên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Hate gotin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger di xebatên xwe yên ji bo biratiya gelan û çareserkirina pirsgirêkên herêmê de wê pêvajoya Ocalan esas bigire.

Di berdewama daxuyaniyê de êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê yên li ser taxa Şêxmeqsud ên ku bûn sedema bi dehan kes jiyana xwe jidest dan,  gelek kes birîndar bûn û 100 hezar kes ji taxê koç kirin jî hate şermezarkirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger, di dawiya daxuyaniyê xwe de da zanîn ku ji bo alîkariya koçberên Şêxmeqsud çi bikeve ser milê wan, ew dê bikin.