Ji ciwanên HDK’ê ji bo bo Şervan Muslim peyam

Ji ciwanên HDK’ê ji bo bo Şervan Muslim peyam

Ji ciwanên Kongreya Demokratîk a Gelan (Halklarin Demokratik Kongresi-HDK)’ê ji bo kurê hevserokê PYD Salih Muslum yê bi navê Şervan Muslim ku di rojên derbasbûyî de di encama pevçûnekî de li Rojava jiyana xwe ji dest dabû peyamek weşandin. Di peyamêde; Em wekî meclîsa ciwanên HDK’ê, em rêhevalê Şervan silav dikin û em carek din dibêjin ku wê hemû cejn di nava demokrasî û aştiyê de derbas bibin.”  

Di peyama meclîsa ciwanên Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê de hate diyar kirin ku, ew Şervan Muslim bi bîr tînin û wiha gotin: “ ji ber ku şoreşa li Rojava, di heman demê de şoreşa ciwanane jî,ji bona wê Şervan  tenê kesek bû di nava bi hezaran ciwanên ku li Rojava di nava têkoşînê dene.” 
Di berdewama peyama ciwanên HDK'ê de wiha tê gotin: “ Em van êrîşên komên çete ku tevî agirbesta ji aliyê YPG’ê ve di cejnê de hatiye kirin û wekî firsend bikar tînin, em bi kîn şermezar û lanet dikin.  Ev êrîşên ku niha li ser Rojava têne meşandin lihemberî azadiya hemû gel û aliyane. Rojên cejin bi baweriya gelan û azadiya wekhev têne li darxistin, ji bona wê jî cejna Rojhilata Navîn wê ji Rojava derbikeve. Hêzên ku êrîşê ser azadiya gelan dikin, wê li hember têkoşîn û hêza gelan bi ser nekevin û wê di hemû aliyan de wenda bikin.”
Di dawiya peyamê de wiha tê gotin: “ bila serê hemû gelên berxwedanvan li cihanê bi taybet jî hemû gelên ku li Rojava têkoşîna azadiyê dimeşînin saxbe.”