Ji ciwanên Elman çalakiya ji bo Kobanê
Ji ciwanên Elman çalakiya ji bo Kobanê
Ji ciwanên Elman çalakiya ji bo Kobanê
Li bajarê Elmanya Hamburgê komek ciwanên Elman bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re avahiya parlamentoya eyaletê dagir kirin.
Ciwanên saet di 14.30'an de ketin hundirê avahiya parlementoyê, bi dirûşmayan dest bi çalakiya xwe kirin. Ciwanan di çalakiya xwe de belavokên der barê rewşa Kobanê de li turîstan belav kirin û bi navê Înîsiyatîfa Hamburgê ya ji bo Kobanê axaftin hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana Kobanê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Em nikarin bibin temaşevanên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka dewleta Tirkiye ya endama NATO'yê, li ser Kobanê pêk tên. Armanca van êrîşan rûxandina rêveberiya xweser a Rojava ye. Li hemberî van êrîşan hukûmeta Elman bêdeng dimîne û bi vî awayî ew jî hevkarê sûc e.“ Ciwanan di daxuyaniya xwe de xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê tavilê bê vekirin.
Piştî çalakiya dagirkirinê ya ciwanên Elman, gelek polîs hatin cihê çalakiyê û deriyên parlamentoyê girtin û tûrîstan derxistin derve. Ciwanan piştî çalakiya bi qasî saetekê berdewam kir, bi dirûşmayên “Bijî Berxwedana Kobanê“, “Her der berxwedan e, her der berxwedan e“ qîriyan û heta Jungfernsteigê meşiyan. Di çalakiyê de bang hate kirin ku rojên Çarşemê û Pênçşemê tevlî çalakiya ku wê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn bê lidarxistin, bibin.
ALÊN YPG, YPJ Û AFÎŞA MEZIN HATIN DALIQANDIN
Înîsiyatîfa Kurdistanê ya Tatortê li bajarê Hamburgê bi armanca balê bikişînin ser rewşa Kobanê, afîşeke mezin vekirin. Al û afîş bi dîwarên derve yên Rote Flora ya li semta Sternschanze ya Hamburgê ve hatin kirin. Li ser afîşê nivîsa ''Piştgirî bidin gelê Kobanê ya berxwedêr!'' hate nivîsandin.