Ji Ciwanên Azad nobeda li dijî tecrîdê

Ciwanên Azad li Hannoverê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kon veda.

Ciwanên Azad li Hannoverê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kon veda.

Li Ewropayê çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li bajarê Elmanya Hannoverê Ciwanên Azad bi vê armancê dest bi çalakiya kon kirin. Li binê kon, belavokên li ser rola Ocalan a ji bo çareseriay demokratîk, tecrîda li ser Ocalan, komkujiya li Pirsûsê, rola dewleta Tirk a di vê komkujiyê de û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi zimanê Elmanî, ku ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.

Konê nobedê li eleqeyeke mezin a derdorê rast hat. Di rêveçûna çalakiyê de AKP û Selefiyan sê caran hewl dan provokasyonê bikin. Lê belê bi nêzîkatiya berpirsyarî ya ciwanan re, pirsgirêk derneket.

Çalakî wê heta 1'ê Tebaxê li ber Hannover HBF dewam bike. Di 1'ê Tebaxê saet di 15:00 de wê bi meşekê bi dawî bibe.

...