Ji ciwanan çalakiyên bêîtaatî

Ji bo Cizîr û Sûrê, ciwanên Kurd ên li Ewropa çalakiyên bêîtaatiya sivîl li dar xistin.

Ji bo Cizîr û Sûrê, ciwanên Kurd ên li Ewropa çalakiyên bêîtaatiya sivîl li dar xistin.

Li bajarê Hamburg û Kolnê yên Elmanyayê û bajarê Zurîh ê Swîsreyê ciwanan çalakiyên bêîtaatiya sivîl li dar xistin.

HAMBURG

Ciwanên Kurd ên li bajarê Hamburgê dijîn li parlamentoya Eyaletê çalakiya bêîtaatiya sivîl li dar xistin.

KOLN / BONN

Endamên Ciwanên Azad li balafirgeha bajarê Koln û Bonnê çalakiya bêîtaatiya sivîl pêk anîn.

 Li hember faşîzma AKP’ê ya li ser Kurdistanê bi dirûşmeya, “ Her Der Sûr, Her Der Cizîr û Li Her Derê Berxwedan” ve bal kişandin ser kampanyaya rêzeçalakiyan.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ciwanên Kurd li pêşiya avahiya Walîtiyê çalakiya bêîtaatiya sivîl li dar xistin. 70 ciwan tevlî çalakiya ku bi armanca balkişandina ser qetlîamên li Sûr û Cizîrê bûn. Ciwanan bang li gel kir ku werin pêşiya avahiya Walîtiyê.

...