Ji civaka Elewiyan a Kîelê alîkariya ji bo Rojava
Ji civaka Elewiyan a Kîelê alîkariya ji bo Rojava
Ji civaka Elewiyan a Kîelê alîkariya ji bo Rojava
Civaka Elewiyan a Kîelê bi 50 hezar Euroyî alîkarî da kampanya Şaredariya Peyasê ya ji bo piştevaniya gelê Rojava û Şengalê dimeşîne. Rêxistina DBP ya Bajarê Elezîzê jî bi alîkariya madeyên xwarinê ya barê 3 qemyonan, tevkarî li kampanyaya alîkariyê kir.
Kampanya Şaredariya Peyasê ya ji bo gelê Rojava û Şengalê dimeşîne, hem li nava welêt hem jî li derveyî welat destekê dibîne. Rêveberiya Civaka Elewiyan a li bajarê Elmanya Kîelê, di vê çarçoveyê de hem li nava endamên xwe hem jî di nav derdorên hestiyar de kampanya meşan û 50 hezar Euro berhev kir.
Rêveberiya komeleyê hat Amedê û bi pereyê berhev kiribû, alîkariya xwarinê ya barê 3 qemyonên Şaredariya Peyasê dabû wan, radestî komîsyona alîkariyê ya li Pirsûsê kir. Rêveberiya komeleyê ragihand ku ew ê kampanyaya xwe ya alîkariyê dewam bikin û banga hestyariyê li hemû derdoran kir.
Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Elezîzê jî bi kampanya xwe ya alîkariyê ya mehekê re, barê 3 qemyonan madeyên xwarinê berhev kir. Ji Rêxistina DBP'ê ya Bajêr Sabahattîn Çelîk alîkarî radestî Şaredariya Peyasê kir û got, "Weke partî kampanya me ya alîkariyê wê dewam bike."